Meclîsa Şûra ya Herêma Federal a Kurdistanê di civîna xwe ya îro de biryar girt ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî heta hilbijartina serokatiyê wezîfeya xwe dewam bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Şûra de hat diyarkirin ku heta serokek nû bê hilbijartin wê Barzanî bêyî rayeyên wî bên sînordarkirin wezîfeya xwe dewam bike.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de got, “Ev biryar hem pêşniyara me ye hem jî biryareke ku divê mecbûrî pêk bê.”
Li gor hikmê qanûna serokatiyê, dema wezîfeya serokê herêmê biqede pêwîst e rayeya xwe dewrî serokatiya parlamentoyê bike. Mesûd Barzanî yê 20’ê Tebaxê wê wezîfeya wî biqede li gor qanûnê wê rayeya xwe dewrî serokê parlamentoyê bike yan jî li gor şûrayê diyar kiriye heta hilbijartina seokatiyê çêbibê wê wezîfeya xwe dewam bike hê jî mijara nîqaşê ye.