Pîr ê li Farqînê ye: Wê komkujî bê kirin!

Parlamenterê HDP'ê Pîr ê li Farqînê ye: Rêyên navçeyê girtî ne. Car carna dengê teqîna bombeyan, gulereşandina çekan tê. Tank jî hene. Mirov nikarin derkevin derve. Pevçûneke giran heye. Eger fermaneke cuda neyê, wê komkujî bê kirin.

Parlamenterê HDP'ê Pîr ê li Farqînê ye got, "Eger ji Enqereyê fermaneke cuda neyê, wê komkujî bê kirin" û diyar kir ku heta niha herî kêm du kes hatine înfazkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ê ku niha li navçeya Farqînê ye, ku dewlet hewl dide lê komkujiyê bike, agahî da ANF'ê. Pîr got, "Rêyên navçeyê girtî ne. Car carna dengê teqîna bombeyan, gulereşandina çekan tê. Tank jî hene. Mirov nikarin derkevin derve. Pevçûneke giran heye. Xetên telefonan hatine girtin. Ez niha derketime ser avahiyeke bilind. Hemû telefonên malê û destan hatine birîn."

FERMAN JI ENQEREYÊ HATIYE

Pîr anî ziman ku wan bi Qeymeqam û Walî re hevdîtin kirine û got, "Qeymeqam ji xwe nû hatiye wezîfedarkirin. Walî jî got, 'Rewşeke ji erka min mezintir e; ji Enqereyê ferman hatiye dayîn'. Eger ji Enqereyê nermbûnek nebe, fermaneke cuda neyê, wê li vir komkujî bê kirin."

Pîr da xuyakirin ku mirovên derdikevin ser banê xaniyên xwe û dîmen dikişînin, rastî guleyên hêzên dewletê tên.

'HERÎ KÊM 2 KES HATIN QETILKIRIN'

Pîr diyar kir ku li gorî agahiyên heta niha gihaştine ber destê wan herî kêm 2 kes hatine qetilkirin û got, "Yek jê ji aliyê segvan ve hatiye qetilkirin. Segvan gule berdaye eniya wî."

Pîr destnîşan kir ku eger bi hezaran mirov biherikin kolanan, dibe ku pêşî li vê komkujiyê were girtin û ragihand, ku divê welatî bi awayekî bêrêxistinî tevnegerin.