Artêşa Tirk Şapatan bombe kir: Herî kêm 4 birîndar

Pevçûnên li navçeya Şemzînan dijwar dibin û gundê Şapatan tê bombebarankirin û di encama bombebaranê de herî kêm 10 mal xera bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.

Pevçûnên li navçeya Şemzînan dijwar dibin û gundê Şapatan tê bombebarankirin û di encama bombebaranê de herî kêm 10 mal xera bûn û 4 welatî jî birîndar bûn. Keyayê gund Zeydan Ozel li Qeymeqamê Şemzînan geriya û qeymeqam ji wî re got: "Bi HPG'iyan re hevdîtinê bikin bila paşve vekişin.  Yan naem ê gund gulebaran bikin."

Bombebarana gundê Şapatan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya ji aliyê panzer, helîkopter û Tabura Tekelî ve dihat kirin rawestiya. Di encama bombebaranê de li gund herî kêm 10 mal xera bûn û ji derdora gund dûman bilind dibe. Şewata ti mudaxeleya wê nayê kirin ber bi gund ve berfireh dibe.

HERÎ KÊM 4 KES BIRÎNDAR BÛN

Li gorî agahiyên yekemîn di encama bombebaran gund de welatiyên bi navê Yasemîn Ozel, Aklîma Saraç, Muşîr Saraç û Abdulganî Saraç bi parçeyên şarapnelê birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan ji aliyê leşker û polîsan ve hat valakirin welatiyên birîndar nebirin nexweşxaneyê û li gund tên girtin. Li gund heremên hê ti kes negihijtinê hene û tirsa bîlanço giran bibe tê jiyîn.

QEYMEQAMÊ ŞEMZÎNAN GEF LI WELATIYÊN ŞAPATAN XWARIN

Keyayê gundê Şepatan Zeydan Ozel ji bo bombebaran raweste bi Qeymeqamê Şemzînan Murat Ozturk re hevdîtin kir û ji wî re got birîndar hene û ewlehiya canê wan nemaye. Ozel got ku Qeymeqam Ozturk jî wî re got, "Herî bi wan (hêzên HPG'ê) re hevdîtinê bikin. Bila ji herêmê xwe vekişînin. Bila xwîn nerêjê. Yan na em ê gund gulebaran bikin."