Girtiyan diyar kirin ku wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin
Girtiyên li girtîgehên tîpa E û D ên Amedê, ku ji 15'ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê de ne, dan xuyakirin ku eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Girtiyên li girtîgehên tîpa E û D ên Amedê, ku ji 15'ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê de ne, dan xuyakirin ku eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Girtiyên li girtîgehên tîpa E û D ên Amedê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, radestkirina cenazeyên YPG/YPJ'yiyan ji bo malbatan û sekinandina operasyonên qirkirina siyasî, ji 15'ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Diyar TUHAD-DER'ê yên bi girtiyan re hevdîtin kirin, der barê greva birçîbûnê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hat dayîn û tevî malbatên girtiyan, endamên Komeleya Hiqûqnasen Mezopotamyayê û Diyar TUHAD-DER amade bûn.
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku li 93 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê greva birçîbûnê didome û got: "Daxwaza girtiyan daxwaza me malbatan e. Em didin xuyakirin ku li pişt daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne."
Piştî Temîzyuz Seroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Şaxê Amedê Meral Atasoy axivî û diyar kir ku girtiyan ji wan re ragihandine heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê greva birçîbûnê bi dawî nekin. Atasoy anî ziman ku di pêvajoya kaosê ya ku welat di nav de ye de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhtir girîng e û ev tişt anî ziman: "Divê dev ji polîtîkayên şer bê berdan û di çarçoveya Mutabaqata Dolmabahçeyê de ji nû ve pêvajoya çareseriyê bê dewamkirin."
Atasoy da xuyakirin ku nedayîna cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li dijî pîvanên exlaq û hiqûqê ye û wiha axivî: "Daxwazên girtiyên di grevê de ne daxwazên ku dikare vê polîtîkaya şer rawestine û ji bo civakê çareseriyê pêşkêş dike ye, ji ber vê yekê jî em piştgiriyê didin. Girtiyên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin wê bi biryarê têkoşîna xwe bidomînin."