KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Li Wanê pevçûn didomin
Li Taxa Şehîd Firat a Artemêtan a Wanê di navbera ciwanên ku operasyonên bi rojane didomin protesto dikin û polîsan de ji nû ve pevçûnan destpê kirin.
-
-
-
-
Polîsan li Îpekyolu malek gulebaran kirin
Polîsên tîmen taybet, mala Abdullah Tekyaşar a li kolana Hîsar a li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolu ya Wanê bi çekên lûledirêj gulebaran kirin. Polîsan Tekyaşar û 3 zarokên wî yên di malê de derbkirin.
-
Li Kurdistanê îlana xwerêveberiyan zêde dibe
Navçeya Îpekyolu ya Wanê, navçeya Sûrê ya Amedê û Colemêrgê jî xwerêveberî îlan kirin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewletê meşrûîyeta xwe winda kiriye û ti rêveberên dewlet tayîn dike nas nekin.
-
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Wanê hatin protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de didomin, li Wanê ji aliyê partiyên siyasî Saziyên Rêxistina Sîvîl ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin.
-
Aydemîr û Aslan ên hatin qetilkirin spartin axê
Cenazeyên Muhammet Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ên ku li Giyadînê ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin piştî karên otopsiyê yên li Erziromê anîn navçeya Giyadînê ya Aigriyê û bi girseyî hatin definkirin.
-
-
-
Cenazeyê Mert ber bi Samsûnê ve hat oxirkirin
Cenazeyê Mert Comert ê di komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû û 26 roj in li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da ber bi welatê wî Samsûnê ve hat oxirkirin.
-
Cenazeyê Kîto gihişt Efrînê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yehya Kîto (Mazlûm Dogan) ê 5’ê Tebaxê li Çiyayê Amanos di şerê di navbera hêzên HPG’ê û leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, derbasî Efrînê hate kirin.
-
Ji gerîlayan li gelek navendan çalakî
Li gorî hatiye tesbîtkirin di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li gelek navendên Kurdistanê 26 leşker û polîs hatin kuştin, 8 jî birîndar bûne. Gerîlayan li ser rêya Amed-Çewlikê çawîşek pispor û leşkerek hatine binçavkirin.
-
-
Yildiz ê HPG'yî bi dirûşman spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erdal Yildiz (Erdal Nûda) li Sultanbeyliyê di çalakiya li dijî qereqolê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mozalanê hate definkirin.
-
Betlaneya zarokên bê betlane
Gerînendehiya Beşa Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 15'ê Hezîranê de dest bi kampa zarokan ya havînê kiribû û ew kamp bê navber li tesîsên bajarokê Gezin ê Elezîzê berdewam dike.
-
Nûjîn Herekol: 15’ê Tebaxê vejîna jinê û gelan e!
Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Nûjîn Herekol da xuyakirin ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re jin di nava civakê de û ji aliyê leşkeriyê ve bûne xwedî hêz û vîn û bang li jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku rista xwe ya pêşengtiyê bilîzin.
-
-
Çira TV ket sala 3'an
Yekemîn Televîzyona civaka Êzidî ÇIRA TV, îro 2 salên xwe temam kir û bi ekîbeke xurt û plansaziyeke berfireh ket sala sêyemîn.
-
-
Gel li Nisêbîn û Rezan di nav berxwedanê de ye
Polîsên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya polîtîkayên şer de êrîşên li hember gel didomînin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya RRezan a Amedê gel li hember êrîşên polîsan xwe diparêzin.
-
-
-
KNK'ê 15'ê Tebaxê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK'ê Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
-
Tîmên taybet Bûdak qetil kirin
Piştî tîmên taybet li Agirî û Mêrdînê welatiyên sîvîl înfaz kirin şevê din jî li Amedê welatiyê bi navê Fahrettîn Bûdak ê 40 salî yê li ber mala xwe rûdinişt înfaz kirin.