Gerîlayê HPG’ê Ûçkûn bi merasîmeke bi heybet spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz Uçkun (Botan Canfeda) ê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya Sultanbeylî de jiyana xwe ji dest da li Mûşê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz Uçkun (Botan Canfeda) ê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li gundê Tan ê navçeya Ezabkur a Mûşê hat definkirin. Cenazeyê Uçkun bi girseyî ji Balafirgeha Mûşê hat wergirtin û bi konvoyekî qelebalix ber bi gund ve derxistin rê. Hemû rêyên navçeyê bi wesayîtên zirxî ji aliyê polîsan ve hatin girtin û li navçeyê dîmenên OHAL'ê pêk hatin. Di ketina gund de bi hezaran welatî ji wesayîtan hatin xwarê û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Uçkun, alên PKK, YPG û HPG'ê û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vir e" bi meşê birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî darbesta Uçkun careke din bi dirûşman birin goristana gund û definkirin.
'JI BO AZADIYÊ ŞER KIR'
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştre Nûnerê MEYA-DER'ê Îrfan Kandemîr axivî û diyar kir ku AKP'ê encamên hilbijartinê hezm nekir û li hemberî gelê Kurdistanê topyekûn şer da destpêkirin. Kandemîr anî ziman ku ciwanên Kurd jî ji bo maf û azadiya xwe şer dikin û Uçkun jî di vê rê de canê xwe feda kir.
Bavê Uçkun Mezher Uçkun jî diyar kir ku kurê wî ji bo pêşerojek azad şer kir û Uçkun tenê ne şehîdê wan yê hemû Kurdistanê ye.