Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Wanê hatin protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de didomin, li Wanê ji aliyê partiyên siyasî Saziyên Rêxistina Sîvîl ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin.
ANF
WAN
în, 14 gelawêjê 2015, 19:27
Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP’ê de didomin, li Wanê ji aliyê partiyên siyasî Saziyên Rêxistina Sîvîl ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin.
Bi armanca protestokirina operasyonên qirkirina siyasî ku li ber avahiya Edliyeya Wanê daxuyanî hat dayîn, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, parlamenterên Wanê yên HDP’ê Lezgîn Botan, Tûgba Hezer, rêveberên Rêxistina Wanê ya HDP’ê, hevşaredarên navçeyan, endamên TUYAD-DER, MEYA-DER, GOÇ-DER, MHD, ÎHD, YODER, MKM, VADAY-DER, KCD, MEGAM-DER, KJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn.
Rêveberê TUYAD-DER a Wanê Emîn Şeker ê daxuyanî xwend got: “Pêvajoya çareseriyê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyeke bi rûmet dikir armanc a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi ked û fedakariyeke mezin hat destpêkirin, ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat xerakirin û welatê me careke din ber bi kaoseke nû ve birin. Hikûmeta AKP’ê ya erdnîgariya Kurdistanê bombe dike, sîvîlan qetil dike, daristanan dişewitîne operasyonên qirkirina siyasî jî didomîne.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat û operasyon hatin protestokirin.