Cenazeyê Mert ber bi Samsûnê ve hat oxirkirin
Cenazeyê Mert Comert ê di komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû û 26 roj in li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da ber bi welatê wî Samsûnê ve hat oxirkirin.

Ciwanê bi navê Mert Comert ê 20'ê Tîrmehê di êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatibûn Pirsûsê pêk hat de bi giranî birîndar bû û 26 roj in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan dihat dermankirin. Comert li gel hemû mudaxeleyan serê sibê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Comert piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê û parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Ziya Çalişkan ve hat wergirtin û bi girseyî ber bi Samsûnê ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Comert wê sibê li navçeya Bafra ya Samsûnê bê definkirin.