KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Agirî di roja pêncemîn de ye
Li çiyayê Agirî bi dirûşma, ‘Em ji bo qesrê nemirin, nekujin’ çalakiya mertalên zindî pêk tê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aydin spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Aydin (Rênas Andok), li gundê Êlîkûleka ya Kopê ya Mûşê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. -
Polîsan li Qoserê êrîşî meşa protestoyî kirin
Rêxistina DBP û HDP'ê yên Qoserê bi boneya tecrîda li ser Ocalan şermezar bike û êrîşên polîs û leşkeran ên li ser gel dawî bibe, xwest meşa aştiyê pêk bîne. Lê polîsan êrîşê meşa aştiyê kir û pevçûn derket. -
Di perestgeheke Hîndîstanê de îzdîham: 11 mirî
Li rojavayê Hîndîstanê di festîvaleke olî de ji ber îzdîhama rû da herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Tekmanê 11 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tekmanê 11 welatiyên ji bo îfadeyê bidin çûn Midûriyeta Polîsan, hatin binçavkirin. -
Walîtiya Sêrtê Mîhrîcana Dihê qedexe kir
Walîtiya Sêrtê 5'emîn Mihrîcana Xweza Çand û Hunerê ya Çiravê ya Dihê ku di 14-15'ê Tebaxê de pêk bihata, bi hinceta "Ewlehiyê" qedexe kir. -
‘Wê dewlet me bi rê ve nebe; em ê xwe bi rê ve bibin’
Li Şirnex û navçeyan Meclisa Gel ên bajar û navçeyan bi daxuyaniyan şerê ku li ser gelê Kurd hatiye îlankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew êdî bi vî awayî ti sazîyê dewletê re nameşin. -
TEV-DEM: Pêwîst e bi hev re Sûriye ji krîzê bê derxistin
Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re ked bidin û hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hevgirtina xwe ber bi çareseriyê ve biçin û Sûriyeyê bi tenê nehêlin. -
Dewleta Tirkiyeyê ket axa Sûriyeyê!
Plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Sûriyeyê gava xwe ya yekemîn avêtin, Tirkiye di deriyê sînor ê Bab El-Selamî yê bajarok Ezazê ket axa Sûriyeyê. -
KCK: Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya derketina şerên nû rawestîne heye - HAT NÛKIRIN
KCK: Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya demokratîk a bi awayekî xerab bikaranîna agirbest û bêpevçûniyê asteng bike û nehêle şer û pevçûnên nû derkevin heye. -
MAT’ê xwest bêpevçûnî pêk bê û tecrîd bê rakirin
MAT’ê xwest derbasî rewşa bêpevçûniyê bêkirin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn. -
Parlamenterên jin serdana malbatên li Pirsûsê kirin
Parlamenterên jin ên HDP’yî malbatên ku ji ber cenazeyên zarokên wan nadin wan li ser sînor nobetê digirin ziyaret kirin. Wê parlamenterên jin bi Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtin bikin. -
Çalakiyên gerîlayan didomin
Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi çalakiyan bersiva êrîşên artêşa Tirk didin. -
Ji hiqûqnasan rapor: Silopiya wek herêma pîlot hat hilbijartin
Komîsyona Hiqûqê ya KJA'yê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê lêkolînên li navçeya Silopiyayê yên têkildarî terora polîsan di 7'ê Tebaxê de kirin rapor. -
Li Hewlêr ji bo bîranîna gerîla û pêşmergeyan bîrdarî hat danîn
Ji bo gerîla û pêşmergeyên di êrîşa sala bihurî ya çeteyên DAIŞ’ê li hember Mexmûrê pêk anîn û şerê destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê bîrdariyek hat danîn. -
Jina ji aliyê hevserê xwe yê polîs ve hat kêrkirin jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Kayapinar a Amedê jina ji aliyê hevserê xwe yê polîs ve hat kêrkirin jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya şervanekî jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Navenda Çapemeneniya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest dabû bi aşkera kir. -
Di navbera Colemêrg û Çelê de şer
Hat diyarkirin ku di navbera Colemêrg û Çelê di navbera gerîlayan û leşkeran de şer derketiye. -
Çeko Şîmal: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Endamê rêveberiya eniyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Çeko Şîmal diyar kir ku şervanên azadiyê hemû fedaî ne û yekane hêza dikare wan bisekinîne, yekane navenda çareseriyê Ocalan e. -
Li Wanê teqîn: 2 zarok birîndar bûn
Li Wanê, ji ber teqîna bombeyek li çopê hat dîtin 2 zarok birîndar bûn. -
Avesta: Denîz Firat ji bo bibe dengê gel rojnamevanî hilbijart
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCK'ê Avesta, Denîz Firat a di dema nîşandana berxwedana gel û gerîla de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Dİ felsefeya hevala Denîz de serneketin tinebû." -
Li Silopiyayê rewş awarte ye
Li Silopiyayê ku polîsan 3 kes lê qetil kirin rewşeke awarte heye. Helîkopterên leşkerî li ser navçeyê, maşînên leşkerî û polîsan jî li nava kolanan digerin. Hevşaredarê Silopiyayê got, "Li kolanan ti kes nîne. Li holê rewşeke awarte heye." -
Dr. Osman: Divê Tirkiye ji ber Zergelê bê darizandin
Siyasetmedarê Kurd Dr. Osman da xuyakirin ku divê Tirkiye ji ber komkujiya li Zergelê li qada navneteweyî bê darizandin. -
Şervan Varto û Andok Êrîş li Kolnê hatin bîranîn
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto û gerîla Andok Êrîş ê di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da, li Kolnê hatin bîranîn. -
KCK'ê banga xurtkirina yekîtiya neteweyî kir
KCK'ê diyar kir ku hin organên çapemeniyê nûçeyên derew diweşînin û îdîa dikin ku PKK wê êrîşî PDK'ê bike. Komîteyê got, "Li dijî yên dixwazin di navbera Kurdan de şer derdixîne, bersiva herî xweş, xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî ye."