KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî El- Nusra kir!
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku 6 hevalên wan ji bo dermankirinê derbasî Bakurê Kurdistanê hatine kirin, lê Tirkiyeyê şervanên wan radestî çeteyên El-Nusra kirine. -
Pevçûnên li Cizîrê didomin: Polîsek hat kuştin, 4 polîs birîndar in
Li navçeya Cizîrê ciwanên derketin kolanan komkujiya Silopiyayê şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û dem dem bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin. Pevçûnên li ser êrîşa polîsan derketin didomin. -
Heyet: Em bi dîmenên weke Kobanê û Gazayê re hatin rû hev
Heyeta li Silopiya ya rastî terora polîsan hat, li malên hatin şewitan û ji ber guleyan kunkunî bûne lêkolîn kir û bi gel re axivî. -
Polîsan li Cizîrê êrîş bi ser girseya komkujiya li Silopiyayê şermezar dikir - HAT NÛKIRIN
Li Cizîrê welatiyan xwest terora polîsan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê şermezar bikin. Li ser astengkirina polîsan li navçeyê pevçûnan rû da. -
‘Dewleta Tirk a nîjadperest dîsa rûreşiya xwe da der’
Meclîsa Şengal Dîaspora êrîşa dewleta Tirk a li hember gelê Silopiyayê bi tundî protesto kir û got: “Em bang li heval û civaka xwe dikin ku li her qadê rûreşiya dewleta Tirk sermezar bikin û bêdeng nemînin.” -
Dersimî li hember 'herêmên ewlekariyê' û şewitandina daristanan meşiyan
Li Dêrsimê bi hezaran welatiyan, li qadên “herêmên ewlekariya taybet” valakirina gund û mezrayan û şewitandina daristanan protesto kirin. -
Li Şirnexê protetoya komkujiyê: Em dewletê nas nakin!
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê komkujiya Silopiyayê proteto kirin û diyar kirin ku AKP, “Hikûmeta şer e”. Di çalakiyê de peyama wê ji niha û şûn ve ti hêza dewletê neyê naskirin hat dayîn. -
HDP û DBP'yî wê li Sûrê nobetê bigirin
Li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gel HDP û DBP’yî wê li navçeya Sûrê nobetê bigirin. -
Komalên Ciwan: Pêwîste berxwedana Silopiyayê li her cihî belav bibe
Koordînasyona Komalên Ciwan der barê bûyerên li Silopiya rû didin daxuyaniyek da û got, “Em bang li ciwan û keçên ciwan ên Kurdistanê dikin, li her cihê berxwedana Silopiyayê li her deverê Kurdistanê pêş bixin.” -
KCK: Pêwîst e gelê Kurd li hember êrîşan berxwedana topyekûn bike - HAT NÛKIRIN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên li Silopiyayê daxuyanî weşand got: “Pêwîst e gelê Kurd li her qada lê li hember van êrîşan berxwedaneke topyekûn nîşan bide, divê nîşan bide ku gelê Amedê û Silopiyayê ne bi tenê ye.” -
Li Silopiyayê polîs îşkenceyê li birîndar dikin
Li Silopiyayê piştî ku bi saetan polîsan êrîşî gel kir, kesên ku li baxçeyê nexweşxaneyê girtine jî îşkence kirine. -
Li Amedê jinek û birayê wê hatin qetilkirin
Li Amedê ciwanê bi navê Dûrsûn Cansiz ê ji bo dîtina yara xwe ya berê çû mala wan, li vir yara xwe ya berê û birayê wê qetil kir û xwe jî kuşt. -
Dorpêçkirina Sûrê hate şermezarkirin
Heyeta ji parlamenterên HDP, Hevşaredaran, hevserokên BDP û HDP yên navçeya Sûrê û rêveber û endamên meclîsa şaredariya Sûrê bi daxuyaniyeke êrîşa li dijî hin taxên navçeyê û operasyonên binçavkirinê ên bi armanca qirkirina siyasî şermezar kir. -
Ji Koordînasyona Avakirinê ya Rojava bang
Koordînasyona Avakirinê ya Rojava ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji îro ve di serî de sewalên zindî, tovên genim û kelûpelên înşaetan ji bo her cure alîkariyê bigihînin Kobanê xebat dane destpêkirin. -
Amediyan terora dewletê şermezar kirin
Polîsan li navçeya Sûr a Amedê ji bo xendekan tijî bikin teror li ser gel meşand. Parlamenterên HDP’yî yên terora polîsan şermezar kirin dan zanîn ku polîsan torbeyek tijî gule li gel reşandine. -
Êrîşa Silopiya wê li Êlihê bê şermezarkirin
Rêxistinên girseya demokratîk, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Êlihê ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Silopiya Şirnexê, wê sibe saet 17.00’an li Parka Ataturk daxuyaniyeke girseyî bidin. -
Bîlîn: Sekvanan kurê min qetilkirin
Cemal Bîlîn ê bavê Kamuran Bîlîn (27) ê li Sîlopiyayê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi gotina "Kurê min li ber mala xwe ji aliyê sekvanan ve hate kuştin" bang li gelê Kurdistanê kir û xwest li dijî komkujiyê rabin ser piyan. -
4 leşker û 3 polîs mirin Kobrayek û Skorskyek hatin derbkirin
Artêşa Tirk ku herêmên gerîlayan bi obus, hewan û tankan bombe dikin, gerîla jî bersiv didin. Di çalakiyan de li gor ên hatine tespîtkirin 4 leşker û 3 polîs hatine kuştin, Kobreyek û Skorskyek hatin derbkirin. -
YDG-H û YDG-K: Em biherikin kolanan û xwe biparêzin
YDG-H û YDG-K, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê banga serhildan û xwe parastinê kirin. -
Rapora heyeta HDP’ê ya têkildarî Komkujiya Zergelê hat aşkerakirin
Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombebarankirin û 8 welatiyên sivîl lê hatin qetilkirin lêkolîn kir û û wiha got: "Bêguman û fikar li gund komkujiyek sivîl pêk hat." -
Li qadên gerîla tevgera hewayî
Balafirên şer ên Tirk li ser herêmên Gare, Zap, Metîna û Avaşîn ên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Gerîla: Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê li encaman bifikire
Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, ku tevî êrîşên herî berfireh ên dewleta Tirk jiyana xwe ya rojane didomînin gotin, "Van êrîşan bandoreke zêde li me nekirin. Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê li encaman bifikire." -
Ji bo azadiya girtiyên siyasî û nexweş li Şirnexê çalakî hat lidarxistin
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Botanê ji bo girtiyên siyasî û nexweş çalakî lidar xist. Di çalkiyê de hat xwestin ku girtî werin berdan. -
'Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike'
Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û destpêkirina konsepteke nû ya şer rastî nerazîbûna rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hat. -
"Sedema harbûna AKP û Erdgon serketina HDP'ê ye"
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Doktor Ferhat Qadir destnîşan kir, ku sedema harbûna hikûmeta AKP'ê û Erdogan, serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de ye.