‘Dewleta Tirk a nîjadperest dîsa rûreşiya xwe da der’

Meclîsa Şengal Dîaspora êrîşa dewleta Tirk a li hember gelê Silopiyayê bi tundî protesto kir û got: “Em bang li heval û civaka xwe dikin ku li her qadê rûreşiya dewleta Tirk sermezar bikin û bêdeng nemînin.”

Meclîsa Şengal Dîaspora êrîşa dewleta Tirk a li hember gelê Silopiyayê bi tundî protesto kir û got: “Em bang li heval û civaka xwe dikin ku li her qadê rûreşiya dewleta Tirk sermezar bikin û bêdeng nemînin.”

Meclîsa Şengal Dîaspora têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li hember gelê Silopiyayê ku 3 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar in, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsa Şengal Dîaspora got: “Dewleta Tirk dîsa li Silopiyayê xwîn rijand, mal şewitandin û bi hovane êrîşî gel kir. Gelê Silopiyayê û fedakar bi êrîş û kuştinan teslim nayê girtin û wê îradeya xwe ya ji bo azadiyê ji her demê bêhtir xurttir bike.”

Meclîsa Şengal Dîaspora diyar kir ku artêşa Tirk û aqilmendên wan xwe gelek caran ceribandin ku gelê Silopiyayê bi tirsê ji doza wan sar bike û wiha dewam kir: “Lê bê fêde ye. Gelê ku bi salan e bi sedan şehîd daye, di îşkenceyan re derbas bûye û bayê azadiyê kişandiye nava dilê xwe ti hêz wê nikaribe xwe li ber berxwedana wan a bi rûmet bigire.”

Meclîsa Şengal Dîaspora herî dawî got: “Silopiya Kurdistane Silopiya rûmet e, Silopiya gilokek ji agirê sor e. Ev agir wê van hovan van êrîşbazan bişewitîne. Gelê Silopiya ne bi tenê ye. Em weke Meclîsa Şengal Dîaspora, bang li hevalên xwe, bang li civaka xwe dikin ku li her qadê rûreşiya dewleta Tirk şermezar bikin û bêdeng nemînin.”