Li Amedê jinek û birayê wê hatin qetilkirin
Li Amedê ciwanê bi navê Dûrsûn Cansiz ê ji bo dîtina yara xwe ya berê çû mala wan, li vir yara xwe ya berê û birayê wê qetil kir û xwe jî kuşt.

Li gorî agahiyên hatine girtin bûyer îro saet 14:00’an li daîreya hejmara 24 a bloka B ya Sîteya Oncuglû Saray a li Cadeya Nazim Hîkmet a navçeya Peyas a navendî qewimiye. Li gorî îdîayê Dûrsûn Cansiz ê 31 salî ji bo dîtina tê gotin ku yara wî ya berê ye ya Zelîha Guvendîk a 30 salî bibîne çûye mala wê. Dûrsûn li mala ku çûyê bi sedemeke nehate zanîn nîqaşeke tund kir. Li ser mezinbûna nîqaşê malbatê gazî erkdarên ewlekariyê yên sîteyê kirin û alîkarî ji wan xwestin. Di vê navberê de Dûrsûn Cansiz jî tebenceya li ser xwe derxist û dest bi gule berdanê kir.
Di encama gule berdanê de Zelîha Guvendîk û birayê wê Cengîzhan Guvendîk ê 14 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest didin. Dayîk Mûkaddes Guvendîk a 50 salî û erkdarê ewlekariyê Nûrettîn Mûtlû jî birîndar dibin. Pişte Dûrsûn Cansiz jî tebenceyê datîne ser serê xwe û xwe dikuje.
Mûkaddes Guvendîk û Nûrettîn Mûtlû yên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tib ê ya Zanîngeha Dîcleyê.