Li navçeya Cizîrê ciwanên derketin kolanan komkujiya Silopiyayê şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û dem dem bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin. Pevçûnên li ser êrîşa polîsan derketin bi dijwarî didomin. Di êrîşa bi roketê ya li Taxa Yafes polîsek hat kuştin, 4 polîs birîndar bûn. Li gel vê li hember dorpêça polîsan ciwan bi bendên danîne ser rê xwe diparêzin. Li hember qeymeqamtî û fermandariya garnîzon bi roket û çekên lûledirêj êrîş pêk hatin.
Polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya polîsê kuştî û yên birîndar birin wir dorpêç kirin. Ciwanan li ser tevayî cadeyên navçeya ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin bend danîn û ketin parastinê.
Li gel vê Li hember qeymeqamtî û fermandariya garnîzon bi roket û çekên lûledirêj êrîş pêk hatin.