Ji bo azadiya girtiyên siyasî û nexweş li Şirnexê çalakî hat lidarxistin
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Botanê ji bo girtiyên siyasî û nexweş çalakî lidar xist. Di çalkiyê de hat xwestin ku girtî werin berdan.

Çalakiya Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Botanê, li ber Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê pêk hat.
Rêveberê Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Botanê Adurrahman Çakir di çalakiyê de axivî û bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên demên dawî.
Çakir xwest ku demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan û got: "Em ji rêveberiyên girtîgehan dixwazin ku hurmetê nîşanî mafên mirovan û jiyanê yên hevalên me yên girtî bidin. Em wekî xizm û malbatên girtiyan radigihînin ku em bi têkoşîna girtiyên azadiyê re ne. Em ê di her şert û mercî de piştgiriyê bidin wan û bibin dengê wan."
Piştî axaftinê çalakî bi lêdana çepik û tilîliyan bi dawî bû.