KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 10 roj in li sînor tên rawestandin derbasî Bakur bûn
Cenazeyên 13’ê şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê yên 10 roj in dihatin astengkirin, derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin. -
Ji bo vemirandina şewata li Çiyayê Bagokê banga seferberiyê
Xebatên vemirandina şewata li Çiyayê Bagokê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên DBP’ê û gel ve ku hê dewam dikin, Şaredairiya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo vemirandina şewata her diçe mezin dibe banga seferberiyê kir. -
Li Sêrtê bi dehhezaran kes li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan
Li Sertê bi dehhezaran kes bi dirûşma, “Werin em bi hev re aştiyê bihûnin” li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan. -
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo şewata li Bagokê banga alîkariyê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo şewata li Çiyayê Bagokê bê vemirandin banga alîkariyê kir. -
Malbatên 11 şervanan li Taxa Mehserê di çalakiya nobetê de ne
Ji bo cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi hinceta biryara Desteya Wezîran, destûr nadin bên wergirtin û li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin, li pêşiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Pirsûsê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. -
Şewata li Gabarê didome
Li Cizîrê leşkeran di nava rojê de bi helikopteran Çiyayê Gabarê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de şewat derket. Agirê pê keti ji navenda Cizîrê tê xuyakirin. -
Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Piştî ku di navbera Şirnex û bajaroka Gundikê Melê de teqîn pêk hat û di encamê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan, li bajarokê di hin serdagirtina navnîşanan de 4 welatî hatin binçavkirin. -
Beştaş: Toza ji helîkopterê hat avêtin bûye sedema şewatê
Heyeta ji aliyê Meclîsê Azadiya Jinan ve hat avakirin, li Licê û Pirsûsê dest bi hevdîtinên xwe kir. -
Civîna HDP-CHP’ê bi dawî bû: Divê bêpêvçûnî pêk bê
Heyetên HDP û CHP’ê yên bi banga Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hevdîtin pêk anîn, xwestin bêpevçûnê pêk were. Hat diyarkirin ku di civînê de ji bo aştiya civakî tiştên bên kirin hatine destgirtin. -
KJA: Em li Silopiyayê kom bibin û xwedî li cenazeyan derkevin
KJA ji ber cenazeyên 13 YPG/YPJ û HPG’yiyan radestî malbatan nayên kirin bertekeke tund nîşan da û ji bo xwedîderketina li cenazeyan 6’ê Tebaxê banga hatina Silopiyayê kir. -
Nasnameya 5 şervanên YPG hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di demên cuda de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Li Kantona Cizîrê destûra kar a kanalên Rûdaw û Orient TV hatin betalkirin
Rêveberiya Çapemeniyê ya Kantona Cizîrê destûra karê kanalên Rûdaw û Orient TV betal kir, rêveberiya çapemeniyê bi sedema, “propagandaya dijminatiya gelê Kurd, sazî û şehîdên wê dikin” destûra ku dabû wan betal kir. -
Polîsan êrîş birin ser şermezarkirina AKP’ê ya li Kopê
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Kopê bi armanca şermezarkirina operasyonên siyasî û hewayî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî li dar xistin û polîsan êrîşî meşê kirin. -
Komkujiya Şengalê li Kampa Newroz hat şermezarkirin
Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyan û Rêveberiya Kampa Newroz bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Êzîdî yên Şengalê pêk anî xwepêşandanek li dar xistin. -
Meclîsa Azadiya Jinan banga ji bo deriyê sînor kir
Meclîsa Azadiya Jinan, ji bo cenazeyên şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê radestî malbatan bên kirin daxuyanî da. -
8 leşker hatin kuştin, helîkoptereke Skorsky hat derbkirin
Gerîlayên HPG/YJA STAR bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de 8 leşker mirine û helîkoptereke Skorsky hatiye derbkirin. -
Operasyonên li derdora Hesekê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî encamên operasyona nû ya li bajarê Hesekê dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê ragihand. Gundê Recman hat rizgarkirin û wesayîteke bombebarkirî hate rûxandin. -
Civîna Şaredariya Sûrê îro li Çemê Ambarê bû
Şaredariya Sûrê ya Amedê di civîna xwe ya meclîsê ya vê mehê de jî behsa xebatên xwe yên şaredariyê kirin. -
Heyeta YNK û Goran li Zergelê lêkolîn kir
Ji heyeta YNK û Tevgera Goran parlamenter Salih Faqih û Ewar Îbrahîm piştî lêkolînên xwe yên li gundê Zergelê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê tavilê bikevin nava tevgerê. -
Dewleta Tirk dixwaze Qendîlê ji mirovan paqij bike
Hevşaredarê Binarên Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku komkujiya li gundê Zergelê sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk paqijkirina Qendîlê ji mirovan e. -
Destûr ji derbaskirina cenazeyên YPG/YPJ'yiyên li Kobanê jî nayê dayîn
Destûr nayê dayîn ku 12 cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê ji Kobanê derbasî Pirsûsê bên kirin. Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî got, "Divê dewleta Tirk dest ji bêhurmetiya li cenazeyên zarokên gelê Kurd berde." -
Şewata li Çiyayê Cûdî mezin dibe
Şewata li Çiyayê Cûdî ya ji ber bomberdûmana leşkeran derket, mezin dibe. Destûr ji gel re nayê dayîn ku agir vemirîne. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Zergelê lêkolîn kir
Heyetên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Tevgera Azadî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hizbê Şûiyê Kurdistanê, gundê Zergelê yê Qendîlê ku dewleta Tirk bombebaran kir, ziyaret kir. -
Çeteyên DAIŞ’ê bi katûşayan êrîşî Mexmûr kir
Çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê 3 katûşa li derdora Kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê dan. -
'Em êdî şer naxwazin'
Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî operasyonên komkujiyên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gelê sivîl kiriye û gotin, "Di serî de komkujiya li Zergelê em hemû komkujiyan şermezar dikin."