Çeteyên DAIŞ’ê bi katûşayan êrîşî Mexmûr kir
Çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê 3 katûşa li derdora Kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê dan.
Çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê 3 katûşa li derdora Kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê dan.
Çeteyên DAIŞ’ê berî kêliyekê 3 katûşa li derdora Kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê dan.
Li gor ajansa nûçeyan RojNewsê, saet derdora 11.30’an çeteyên DAIŞ’ê 3 katûşa li derdora kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê dan. Guleyeke katûşayê li nêzî kampa Mexmûr û 2 yên din jî li qezaya Mexmûrê ketin. Yek ji wan jî li taxa Kurdistan û ya din li nêzî salyoya genim a Mexmûrê ket.
Ti zerar û ziyanek bi welatiyên sivîl negihiştiye.
Roja 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî kampa Mexmûr û qezaya Mexmûrê kirin. Piştî çend roj kamp û Mexmûr ketin deste çeteyên DAIŞ’ê, ji aliyê gerîla û pêşmergeyan ve hatin rizgarkirin.