Polîsan êrîş birin ser şermezarkirina AKP’ê ya li Kopê

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Kopê bi armanca şermezarkirina operasyonên siyasî û hewayî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî li dar xistin û polîsan êrîşî meşê kirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Kopê bi armanca şermezarkirina operasyonên siyasî û hewayî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan meşekî girseyî li dar xistin û polîsan êrîşî  meşê kirin. Pevçûnên piştî êrîşa polîsan destpê kirin di demek kin de li tevahiya navçeyê belav bûn û li nava kolanan pevçûn berdewam dikin

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Kopê bi armanca şermezarkirina komkujiya Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve pêk hat, operasyonên siyasî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan xwest meşek girseyî li dar bixe lê polîsan êrîş li meşê kir. Di seatên nîvro de esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk, hevşaredarên bajar û navçeyan jî di nav de zêdehî dehhezaran kes ber bi Kolana Roboksî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Li hemberî şerê topyekûn em ê ji bo aştiya topyekûn li ber xwe bidin" û dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji şer re na di heman demê de aştî" hatin berzkirin.

Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan li Sêriyê pêşiya girseyê girt û bêyî hişyariyê bike bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kirin. Piştî êrîşa polîsan jî girseyê bi keviran bersiv da û pevçûnan dest pê kir. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li welatiyên xwe spartin mizgeftan kir û bombeyên gazê avêtin avahiya DBP'ê.

Ji ber bombeyên gazê yên polîsan zêde avêtin navçe di bin dumanê de ma û gelek welatî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. Li navçeyê pevçûn berdewam dikin.