KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
TEV-DEM: Em ê her tim li cem civata xwe ya Êzidî bin
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê komkujiya Şengalê şermezar kir û got, "Çawa ku me beriya niha cihê xwe li cem civata xwe ya Êzidî girtin, ji niha û pê ve jî bi hemû derfetên xwe em li cem gelê xwe yê li Şengalê bin." -
'Em ê bîranîna wan bi azadkirina Şengal û Kurdistanê bidin jiyîn'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, hêzên li Şengalê bi barbarî komkujî kirin bi tundî şermezar kir. Fermandariyê got, "Em soz didin, ku em ê bîranînên şehîdên Şengalê bi azadkirina Şengal û Kurdistanê bidin jiyîn." -
'Pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê destpê kir'
Fermandarê YPG'ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku piştî Sirîn û Hesekê demeke nû destpê kiriye û got, "Me pêvajoya parastina Rojava temam kir. Êdî em pêngava demokratîkkirina Sûriyeyê didin destpêkirin." -
Êrîşa li dijî Çiyayê Kizwanan hat şikandin: 25 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Çiyayê Kizwanan kirin rastî bersiveke tund a hêzên YPG/YPJ'ê hatin. Di şerê dijwar ê duh de herî kêm 25 çete hatin kuştin. -
KNK'ê banga destekkirina Şengal û Rojava li hêzên navneteweyî kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan bi dijwarî şermezar kir. -
Îsa Huso û Bavê Cûdî li Bernê hatin bîranîn
Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso û endamê Meclîsa PYD'ê Ahmet Huseyîn (Bavê Cûdî) li Bernê hatin bîranîn. -
Bendava Bêrecûkê cûreyên zindiyan tine kir
Gelek cûreyên zindiyên endemîk ên li navçeya Riha Bêrecûkê dijîn, ji ber projeyên bendavê tine bûn. Serokê Komeleya ÇJiyana Çand û Xwezayê Tûran Demîr diyar kir ku tevî zerara li jiyana mirovan, bendav hemû zindiyên li xwezayê jî tine dikin. -
Êzidî dixwazin li Şengalê bibin xwedî vîn
Piştî ku korîdora alîkariya însanî di 29'ê Îlonê de ket destê çeteyan, zêdeyî deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, li hemberî şert û mercên dijwar ên zivistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, berxwedaneke dîrokî nîşan dan. -
Polîsan li Amedê êrîş birin ser girseyê
Li Amedê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş birin ser girseya polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar dikirin. -
Êrîşa çeteyan a li hember çiyayê Kizwanan hat şkandin!
Êrîşâ çeteyên DAIŞ’ê ya vê sibehê li hember çiyayê Kizwanan, ji aliye hêzên YPG’ê ve hat şkandin. Di êrîşên dijwar de 4 cenazeyên çeteyan bi gelek çek, cebilxane û wesayîteke leşkerî ket destê YPG’ê. -
Di salvegera komkujiyê de ciwan li Şengalê meşiyan
Di salvegera Komkujiya Şengalê de ciwanan meşek li dar xistin. -
MLKP / Rojava: Di derengmayîna azadkirina Şengalê de rolê PDK’ê girînge
MLPK/Rojava ya têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand got: “Di derenmayîna azadkirina Şengalê de polîtîkaya PDK’ê rolekî girîng dilîze.” -
Heyeta diçû Şengalê rastî astengiya PDK’ê hat
Heyeta ku di nav de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî heye, xwestin ji bo salvegera komkujiya biçin Şengalê lê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin asteng kirin. -
Fermandariya YPG’ê bîlançoya şerê Hesekê aşkera kir
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji bo bîlançoya şer û pevçûnên Hesekê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û got ku di pevçûnên ku 36 rojan dom kiriye de 386 çete hatine kuştin, hêzên YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxane ku di nava wan de 6 tang hene. -
'Em ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin'
Hevseroka TUHAD-FED’ê Oktay êrîşa polîsan a li hember meşa Gemlîkê şemezar kir û diyar kir ku wê çalakiyên xwe bidomînin. Oktay, komkujiya sivîl a li Zergelê şermezar kir û got: "Eger Rêbertiya me azad bibe wê şer, kaos û komkujî biqede.” -
KCK: Em ê hesretên Derwêş Edulêyan pêk bînin
KCK: Weke heta roja îro, îro jî ji bo hebûn û jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan têkoşîn, ji bo vê ger pêwîst bike dayîna her cure berdêlan, talîmata mirovatî, dîrok û ya Rêber Apo ye. -
Parlamenterên YNK û Goran Qendîl ziyaret kirin
Parlamenterên Başûrê Kurdistanê, gundê Zergelê yê duh di saetên sibehê de dewleta Tirk komkujî lê pêk anî ziyaret kirin. Parlamenter bi rayedarên KCK’ê re jî rûniştin. -
Êrîşên artêşa Tirk bê navber didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên bi hewan û topan li hember herêmên gerîla bê navber didomin. -
Bi dehan leşker mirin, tankek û helîkopterek hatin derbkirin
Gerîlayên li hember êrîşên artêşa Tirk çalakiyan pêk tînin bi dehan leşker kuştin, helîkoptereke kobra û tankek derb kirin û gelek wesayîtên leşkerî îmha kirin. -
Ji 646 Saziyên Civaka Sivîl banga ‘aştiyê’
646 Saziyên Civaka Sivîl bal kişand ku AKP û Erdogan di şaşiyê de israr dikin û xwestin operasyonên siyasî-leşkerî bên rawestin, tecrîd bê bidawîkirin. -
HPG: Xwîna şehîdên Zergelê wê li erdê nemîne
HPG'ê êrîşa li hemberî sivîlên gundê Zergelê şermezar kir û got, "Xwîna wan wê li erdê nemîne. Hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê de bijîn." -
Li hember astengkirina cenazeyan çalakiya nobetê
Sekna gel û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ya li Silopî didome. Gelê Botanê û malbatan li bajaroka Tilqebîn dest bi nobetê kirin û heya cenaze werin dayîn dê nobet berdewam bike. -
Balafirên Tirk bombe li mizgefta Zergelê barandin!
Li gundê Zergelê ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, mizgefta gund jî zerareke mezin dît. Meleyê mizgeftê Hecî Qadir diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan û Îslamê dike. -
Heyetên li Zergelê lêkolîn kirin: Dewleta Tirk bi zanebûn sivîl qetil kir
Gundê Zergelê yê Qendîlê, ku balafirên şer ên Tirk komkujî lê kirin, ji aliyê gelek heyetan ve hat ziyaretkirin. Heyetan dan xuyakirin ku dewleta Tirk bi zanebûn li Qendîlê komkujî kiriye. -
Nas ê HPG'yî li Mersînê hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Yakûp Nas ê di çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Pozanti de jiyana xwe ji dest da, li Mersînê bi merasîmekê hat veşartin.