Fermandariya YPG’ê bîlançoya şerê Hesekê aşkera kir
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji bo bîlançoya şer û pevçûnên Hesekê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û got ku di pevçûnên ku 36 rojan dom kiriye de 386 çete hatine kuştin, hêzên YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxane ku di nava wan de 6 tang hene.
ANF
HESEKÊ
yekşem, 2 gelawêjê 2015, 17:23
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji bo bîlançoya şer û pevçûnên Hesekê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û got ku di pevçûnên ku 36 rojan dom kiriye de 386 çete hatine kuştin, her wiha hêzên YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxane ku di nava wan cebilxaneyan de 6 tang hene. Fermandariyê destnîşan kir ku di pevçûnan de 21 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya YPG’ê têkildarî şer û çevçûnên Hesekê ku 36 rojan domkirin de daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan saziyên çepemeniyê di civîna çapemeniyê de civîn şopandin. Civîn li buroya Têkiliyan û Rêxistinî ya YPG’ê ya bajarê Hesekê hat darxistin.
Di civînê de Fermandara YPG/YPJ’ê Ezîme Denîz axivî û ev tişt got: ̎Di destpêkê êrîşên komên çete ku di 24’ê Hezîranê li ser Hesekê hate kirin. Êrîş li ser herêmên di bin destê rêjîma Sûriyê de pêk hatin. Êrîş destpêkê li başûrê Hesekê li dijî gundên Aliya û Meqbera, her wiha şîrketa Xezil pêk hat. Çeteyan dest danîn ser wan navendên ku berê di bin destê hêzên rêjîmê de bûn. Çete paşê ketin taxa Neşwa Rojhilat, Neşwa Rojava, Xiwêran, Ezîziyê û Vêlatê Sor. Em dikarin bibêjin ku bajar ji aliyê Çerxeriya Basil ve hate dorpêçkirin.
Piştî ku hêzên rêjîmê xwe kişandin, çete nêzî herêmên bin serweriya YPG’ê bûn. Li ser daxwaza gelê herêmê bi hemû pêkahateyên wê û bi taybet pêkahteyên Ereb ku hêzên me berisva çeteyan bidin û wan ji bajar derbixin. Fermandariya YPG’ê erênî bersv da gelê bajar û hemleya li dijî çeteyan dan destpêkirin.
Hemeleya rizgarkirina bajar di 3 qonaxan de pêk hat. Qonaxa yekemîn bi rizgarkirina taxa Ezîziyê û Xezil, her wiha gundên derdora wê, her wiha xeta di navbera Çemê Xabûr û Çiyayê Kewkebê, her wiha gundên Ub El-Şok, Felaha û Humir ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Qonaxa duyemîn jî hêzên me çete kirin çemberê û riyên ku çeteyan bikartanîn girtin. Di vê qonaxê de hêzn me Dibistana Ajokarî, Pira Ebyed, Girtîgeha Zarokan, Navenda elektrîkê, gundên Aliya, El-Meqbera, Recman, Vêlatê Sor û Şirketa Keviran ji çeteyan paqij kirin.
Di qonaxa sêyemîn de jî hêzên me dest bi hemleya rizgarkirina taxan kir. Hêzên me taxa Neşwa Rojava,Rojhilat û Koleja Zanistê ya Zanîngeha Firatê, Nexweşxaneya Zarokan, Stadyûma û taxa Zihûr, her wiha Resafê hatin rizgarkirin. Rizgarkirin bi alîkariya hêzên Asayîşê û hêzên parastina cewherî pêk hat.
‘386 ÇETE HATIN KUŞTIN’
Der barê bîlançoya şerê ya 36 rojan jî Denîz ev tişt anîn ziman: ̎Hêzên me di şerê 36 rojan de 386 çete kuştin. Cenazeyên 117 çeteyan ket destê hêzên me. Di hemeleya me de hejmarerk serçete hatin kuştin, di nav wan de waliyê Hesekê û Waliyê Dêra Zorê jî hebûn. Hêzên me dest danîn ser 338 qilêş, 20 BKC, 17 RPG, 116 topên RPG, 76 bombeyên destan, 32 tivingên bipompe, 6 tebence, 4 M-16, 2 qernas, 2 çekên Ozî, bi dehan bombe û mayîn, gelek guleyên qilêşê, her wiha gelek cebilxanyên cuda ku dûrbîneke şevê jî di nav de, 1 hewan, 2 hewanên 60, 6 tang, 2 panzêr, 18 wesayîtên leşkerî, topek, kamyonek, 7 doçkayên 12.5, doçkayek 14.5 û motorskilêtek desteser kirin.
Denîz di berdewama axaftina xwe de got ku di hemleyê de 21 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan û wiha dom kir: ̎Em spasiya gelê xwe yê Hesekê dikin ku pştgiriya manewî dan hêzên me, her wiha em spasiya hemû hêzên di hemleyê de piştgiriya me kirin ji wan hêzên Asyayîşê, Senadîd, hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Erka Xweparstinê dikin. Hêzên behsa mijarê roleke mezin di şerê li dijî çeteyan de lîstin. Her wiha em spasiya balafirên havpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ku bi hêzên me re di nava koordîneyê de bûn û baregehên çeteyan hedef giritin, dikin.̎
Denîz destnîşan kir ku hêzên wan li ser daxwaza hemû pêkhateyên bajarê Hesekê dest bi hemleya rizgarkirina bajar kirin û bajar ji çeteyan rizgar kirin û got: ̎Ev yek nîşa girêdana çeteyan di berxwedana li dijî çeteyan nîşan dide. Her wiha baweriya wan bi hêzên me hat ku wê wan ji kiryarên çeteyan rizgar bikin.̎
Denîz, da zanîn ku wê Hesekê bibe mîna Sûriyeya biçûk û wê bibe mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan û got: ̎Em soz didin gelê xwe ku emê bi hemû hêza xwe ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin.̎
Di dawiya civîna çapemeniyê de Denîz bersiva pirsên rojnamavnan da.