Bi dehan leşker mirin, tankek û helîkopterek hatin derbkirin
Gerîlayên li hember êrîşên artêşa Tirk çalakiyan pêk tînin bi dehan leşker kuştin, helîkoptereke kobra û tankek derb kirin û gelek wesayîtên leşkerî îmha kirin.
Gerîlayên li hember êrîşên artêşa Tirk çalakiyan pêk tînin bi dehan leşker kuştin, helîkoptereke kobra û tankek derb kirin û gelek wesayîtên leşkerî îmha kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hember êrîşên artêşa Tirk gerîlayan çalakiyên bi bandor li dar xistine.
HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parve kir:
“31’ê Tîrmehê saet 23:00'an gerîlayên me, li hember Fermandariya Asayîşa Bajêr çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de 3 leşker birîındar bûne.
31’ê Tîrmehê gerîlayên me li hember Qişlaya Hacibekîr a di navbera Taxa Kurubaş û Taxa Hacibekîr de bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistine. Li vir 2 çawîşên pispor bi giranî birîndar bûne.
31’ê Tîrmehê gerîlayên me rêyên Colemêrg, Çelê û Şirnexê girtine. Li ser vê helîkopterên Kobra ji bo mudaxeleyê xwestine bên qadê. Gerîlayên me bi çekên giran helîkoptereke Kobra derb kirine.
1’ê Tebaxê li navçeya Miksê ya Wanê gerîlayên me li hember konvoyeke ji gelek wesayîtên zirxî pêk dihat çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Gerîlayên me bi awayekî hemwext bi çekên ferdî û giran li konvoyê dane. Li ser vê yekê çalakiya saet 11.00’an veguheriye pevçûnê heta saet 15.30’î dewam kiriye. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk ku nehatin zelalkirin 2 wesayîtên zirxî akrep û tankek hatine derbkirin.
1’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 - 22:00’an de gerîlayên me rêyên Farqîn û Pasûr ên Amedê û Sason a Êlihê girtine û kontrola nasnameyan kirine. Piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.
1’ê Tebaxê saet 23:00'an gerîlayên me li gundê Kara Alî yê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê li hember bîra petrolê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Dîsa li vir makîneya petrolê derdixe, 3 konteyner û depoyeke mezin hatin şewitandin.
31’ê Tîrmehê li sêgoşeya Aracik a Elezîz, Darahênê ya Çewlikê, Licê ya Amedê artêşa T.C a dagirker kemîn danîne. Her wiha Qereqola Tirman a girêdayî Aricak bi obus, hewan û tankan qadên li derdora xwe bombe kirine. Di encama bomberdûmanê de li eraziyê şewat derketiye.
31’ê Tîrmehê saetên êvarî gerîlayên me li navenda Gimgim a Wanê li hember 2 wesayîtên zirxî bi öekên giran û zirxî çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.
1’ê Tebaxê saet 10:00 li ser rêya di navbera Erzirom – Qaqizmanê de artêşa T.C ji bo enqaza wesayîta xwe ya zirxî ya berê hatibû îmhakirin rakehat qadê. Li hember leşker3e hatin vê qadê çalakiiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.
1’ê Tebaxê saet 21:00'ê li hember Qereqola Hasanhan a girêdayî Îdirê çalakiyeke bi çekên giran û ferdî pêk hatiye. Di vê çalakiyê de 2 kulubeyên nobetê hatine îmhakirin. Hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê qadên derdora qereqola Hasanhan bi çakên giran rasterast hatine gulebarankirin.
DI ÇALAKIYA BAZIDÊ DE BI DEHAN LEŞKER MIRIN, WÊ DAXUYANIYEKE BERFIREH BÊ DAYÎN
2’ê Tebaxê saet 02:50'î li hember Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agirî çalakiyeke berfireh a sabotajê hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan leşker û tîmen taybet hatine kuştin. Têkildarî vê çalakiyê wê agahiyên berfireh bi raya giştî re bên parvekirin.”
LI ERZIROMÊ YEKÎNEYA KONTRA
HPG’ê, diyar kir ku di rojên dawî de li navçeya Qereyazî ya Erziromê yekîneyeke kontra ya ji 7-8 kesan pêk tê li qadên bejahiyê xebatan dimeşîne û gel hişyar kir.