Piştî ku korîdora alîkariya însanî di 29'ê Îlonê de ket destê çeteyan, zêdeyî deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, li hemberî şert û mercên dijwar ên zivistanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, berxwedaneke dîrokî nîşan dan.
BAHOZ AMED/KÛRTAY SERHAT
ŞENGAL/ANF
duşem, 3 gelawêjê 2015, 07:00
Di encama êrîşên 26-29'ê Îlonê yên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de, korîdora alîkariya însanî ya Şengal-Rojava hat girtin. Rêya zêdeyî deh hezaran welatiyên Êzidî yên xaka xwe neterikandin, hat girtin. Êzidî bi pêşengiya gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên YPG/YPJ'ê re, tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê û êrîşên çeteyan, berxwedaneke dîrokî nîşan dan û dest ji Çiyayê Şengalê bernedan. Ji 29'ê Îlonê heta 19'ê Kanûnê, nehiştin çete xwe bigihînin Çiyayê Şengalê û bi vî rengî êrîşên çeteyan hatin şikandin.
BERXWEDANA JI ROJHILAT HETA ROJAVAYÊ ÇIYÊ
Di meha Cotmehê de ji rojhilat heta rojavayê Çiyayê Şengalê gerîla û hêzên YBŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi taybetî li xeta Solak, Merkan, Şîlo û Barê, derbên giran li çeteyan xistin. Ji aliyê gerîlayan ve gelek çete hatin kuştin. Li hemberî çeteyên ji qadên Solak û Merkanê berê xwe dan çiyê, gerîlayan bi çalakiyên dijber re nehiştin çete bigihêjin ser çiyê. Bi taybetî di hefteyeke meha Cotmehê de li qadên Solak û Merkanê şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin û gerîlayan dest danîn ser gelek cebilxane û alavên leşkerî yên çeteyan. Li rojhilatê çiyê berxwedan bi vî rengî bû. Li aliyê rojava jî li qadên Şîlo û Barê ji ber êrîşa çeteyan, gerîlayan bi heman berxwedanê bersiv dan. Di encama berxwedana bi rojan a li xeta Barê Şîlo zêdeyî 50 çete hatin kuştin û hewldana dagirkirina Çiyayê Şengalê hat şikandin. Xeyalên çeteyan ên ji bo xwe gihandina çiyê û temamkirina komkujiya nîvco mayî, careke din ji aliyê gerîlayan ve hatin pûçkirin.
170 ÇETE HATIN KUŞTIN
Ji rojhilat heta rojava li Çiyayê Şengalê, di berxwedana meha Cotmehê de 170 çete hatin kuştin, 32 çete birîndar bûn. Li gorî bîlançoya meha Cotmehê ya ji aliyê Fermandariya HPG'ê ya Şengalê ve hat aşkerakirin de hat gotin, "Di tevahiya meha Cotmehê de berxwedana me bi xurtî dewam kiriye. Çeteyên DAIŞ'ê di tevahiya meha Cotmehê de gelek caran dest bi pêlên êrîşê kirin; bi hedefgirtina Çiyayê Şengalê û derdora wê re xwestin planên xwe yên komkujiyê dewam bikin. Li hemberî van hemû êrîşan li xeta Solak, Şîlo, Barê û Skiniyê, eşîrên li dora HGp, YJA STAR û şervanên YBŞ'ê civiyan, berxwedaneke girîng nîşan dan." Di Berxwedana Şengalê ya meha Cotmehê de ku 170 çete hatin kuştin û 32 çete birîndar bûn de, 4 gerîlayên HPG'ê û 2 şervanên YBŞ'ê li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin û jiyana xwe ji dest dan.
DILGEŞ XWEŞMÊR Û 4 GERÎLA...
Gerîla di meha Cotmehê de li qaa Barê, ji ber êrîşên giran ên çeteyan gavekê bi paş ve vekişiyabûn. Lê belê di meha Mijdarê de hêzên gerîla li xeta Barê û Şîlo dest bi operasyoneke berfireh kirin û qada Barê û Geliyê Şîlo careke din xistin bin kontrola xwe. Li qadên Barê û Şîlo şerekî giran qewimî. Li van deveran gelek çete hatin kuştin û hejmareke zêde çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê hêzên gerîla. Çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Barê têk çûn, vê carê ji qada Skiniyê li hemberî Çiyayê Şengalê dest bi pêla êrîşê kirin. Ji bo şikandina vê pêla êrîşê endamê Fermandariya HPG'ê ya Şengalê Dilgeş Xweşmêr jî di nav de 5 gerîla, li Çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan. Di şer de 15 çete hatin kuştin.
7 ZAROKAN BI CAREKÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
Piştî ku korîdora însanî ya navbear Rojava-Şengalê hat girtin, têkoşîna gel a li hemberî mercên dijwar ên zivistanê destpê kir. Rêyên wan ên têkiliya bi cîhana derve re hatibûn girtin. Bi dijwarbûna mercên zivistanê, nebûna konên xwe li binî bistirên û tinebûna xwarinê re, zêdeyî deh hezar welatiyên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê, ji bo bijîn berxwedaneke mezin dan.
Ji gerîlayên YJA STAR'ê Nêrgiz Şewêşkê ya şahidî ji wan rojan re kir got, "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Dîgurê û korîdor dagir kirin, em di nava dorpêçê de man. Tevî ku korîdor hat girtin jî çalakiyên me yên gerîla yên weke sûîqest û sabotajê dewam kirin. Lê belê mercên zivistanê û pirsgirêka xwarinê, tehde dida gel. Bi taybetî bandoreke neyînî li zarokan û extiyaran dikir. Bi sarbûna hewayê re 7 zarok bi carekê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo em wan veşêrin, paçek tinebû ku em bedena wan lê bipêçin. Li aliyekî hewa dicemidî, li aliyê din birçîbûnê destpê kiribû. Mercên zivistanê dijwartir bûbûn û mirinan psîkolojiya gel xera kiribû. Ew tirsa mirinê ya bi komkujiyê re dîtibûn, careke din dijiyan."
PARVEKIRINA DI NAVA TINEBÛNÊ DE
Ji fermandarên YPJ-Şengal Hêlîn Êzidî ya piştî girtina korîdorê li Çiyayê Şengalê ma, der barê wê demê de got, "Dema mercên zivistanê destpê kirin, ne kinc û pêlavek hebû gel li xwe bike, ne jî pariyek nan hebû bixwe. Zarok hemû di wê serma dijwar de bi pîxwasî digeriyan. Ji ber ku erzaq tinebû dayikan miqarne dikirin nan û didan zarokan. Lê belê tevî van neyîniyan jî di nava gel de parvekirin, piştevanî hebû. Her kesî ya li cem xwe dianî li cihekî dikir xwarin û ew xwarin li tevahiya kampê belav dikir. Dema hevalan çalakî li gundan dikirin, erzaqên bi dest dixistin, dianîn ji malbatan re. Lê vê jî têrê nedikir. Rojekê min bihîst ku ji sermayê zikê zarokekî teqiyaye. Pitre hema hema her roj agahî dihat ku zarok û extiyar dimirin."
DI ROJÊN HOVÎTIYÊ DE CEJN
Êzidî li Çiyayê Şengalê behsa bîranîneke xwe ya cejnê kir: "Di rojên cejnê de zarok gelekî kêfxweş in. Hevalekê/î ji bo rojên cejnê bîskuvî di çenteyê xwe de veşartibû. Roja cejnê me ew bîskuvî hûr kir û tevlî şekir kir. Zarokan jî dihatin tiliya xwe pê dadikirin û cejna me pîroz dikirin."
PLANA BÊ MIROV HIŞTINA ŞENGALÊ
Ji rêveberên TEVDA'yê Mûnzûr Dêrsim da xuyakirin ku tevî berxwedana gel a di nava mercên zehmet de, pêşmergeyên ser bi PDK'ê dixwestin Çiyayê Şengalê ji mirovan xalî bikin û destnîşan kir ku PDK ji bo berxwedana civata Êzidî bikişîne siyaseteke qirêj meşandiye. Dêrsim got, "Di mehên zivistanê de ku gel birçî bû, helîkopterên PDK'ê rojê sê çar caran xwe datanînin Çiyayê Şengalê. Lê belê xwarin nedianîn. Hewl didin gelê li Çiyayê Şengalê li ber xwe dide, derxîne. Dixwestin Çiyayê Şengalê vala bikin. Bi taybetî berê xwe dabûn ciwanên li çiyê. Dixwestin bi derxistina ciwanan ji çiyê re vê berxwedanê bişikîne. bi vê siyaseta qirêj re ciwan dibirin Başûrê Kurdistanê, ji wir derbasî Tirkiyeyê dikirin û ji wir jî berê wan didan Ewropayê. Bi vê siyasetê re li gel dixistin. Lê belê tevî vê siyaseta qirêj jî gel li Çiyayê Şengalê ma, dest ji berxwedana xwe berneda û heta roja îro hat."
GEL XWE LI ŞENGALÊ KIR
Ji fermandarên HPG'ê Serhat Efrîn ê şahidî ji van polîtîkayên PDK'ê re kir, behsa wê demê kir: "PDK'ê dixwest Çiyayê Şengalê ji mirovan xalî bike. Ji bo bi cih anîna vê planê jî helîkopterên ji aliyê PDK'ê ve hatin amadekirin, her roj dadiket Çiyayê Şengalê û dixwest gel birevîne. Tevî ku gel ji birçîna dimir, ji pêşmergeyan re bi helîkopteran xwarina taybet dihat. Tevî vê jî gelê me serê xwe li ber PDK'ê netewand û berxwedaneke dîrokî nîşan da. Ji ber ku yên mabûn bi têgihiştina 'Eger jiyaneke bê jiyîn hebe ew jî bila li Şengalê be' xwedî li Çiyayê Şengalê û jiyanê derketibûn."
Ji fermandarên YJA STAR'ê Sema Koçer anî ziman ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew bi moral bûn û got, "Kinc û pêlavek ku mirov li xwe bike û têxe lingê xwe tinebû. Hevalan dema zarokên pîxwas didîtin, pêlavên xwe ji xwe dikirin û didan zarokan. Gel hem li hemberî birçîbûnê hem jî li hemberî mercên dijwar ên zivistanê li ber xwe dida. Akademiya Şehîd Xanê ya ji bo perwerdekirina keçên Êzidî di van şert û mercên zehmet de hat vekirin, moral dida me û gel. Lê tevî vê jî, zarokên keç ên ji destê çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe gihandin Çiyayê Şengalê, ji bo me hemûyan dibûn tevahiya çavkaniya morala me."
BERXWEDANA JINÊN ÊZIDÎ
Tevî hemû êrîşên çeteyan jî jinên Êzidî berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi taybetî bi sedan keçên Êzidî li Akademiya Xwe Parastinê ya Şehîd Xanê perwerde dîtin û xwe diparastin. Keçên Êzidî yên li van akademiyên xwe parastinê perwerde dîtin, tevlî refên YBŞ'ê bûn, cihê xwe di nava Berxwedana Şengalê de girtin û di şikandina êrîşên çeteyan de rol lîstin. Ji fermandarên YPJ-Şengal Hêlîn Êzidî di vê der barê de got, "Akademiyên Şehîd Xanê, bû çavkaniya moralê ya gelê me. Keçên Êzidî yên li wir perwerde dîtin, ji bo xwe biparêzin tevlî refên YBŞ'ê bûn. Gelek dayikên Êzidî jî li van akademiyan perwerde dîtin û dibînin. Ji bo careke din komkujî rû nede, pêwîste ji hemû perwerdeya xwe parastinê bibînin."