KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
-
'Xwestin Şengalê bê Êzidî bihêlin'
Şemoyan got, "Drama li Şengalê ji bo Kurdên Êzidî hînê zindî ye. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî, hînê ji bo azadiya Şengalê û gelê me yê ji cih û warên xwe bûye, ti gaveke şênber nehatiye avêtin."
-
Li Şengalê merasîma leşkerî
Bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û salvegera komkujiyê, li Çiyayê Şengalê merasîmek hat lidarxistin. Ji fermandarên YBŞ'ê Mazlûm Şengal banga tevlîbûna YBŞ'ê li gel kir.
-
-
HPG: Petrola Başûrê Kurdistanê hedef nehatiye girtin
HPG: Di 29'ê Tîrmehê de li navçeya Şirnex Silopiyayê yekîneyên herêmî bi însiyatîfa xwe çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Weke Hêzên Parastina Gel ti helwesteke me li dijî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê nîne.
-
PDK'ê enternasyonalîstên DYA'yî girt û xist hucreya DAIŞ'iyan
Enternasyonalîst Robert Alleva û Mîchael Fonda yên ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin Rojava, dema xwestin vegerin welatê xwe ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Rayedarên PDK'ê Alleva û Fonda xistin hucreya çeteyên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin.
-
-
-
-
-
'Tabûrên destwerdanê' yên HPG'ê bûn hêvî
Ji ber reva pêşmergeyan a di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de, gel bê hêvî ma. Bi vê psîkolojiyê re gelek Êzidî teslîmî çeteyên DAIŞ'ê bûn; yên teslîm bûn di cih de hatin qetilkirin.
-
-
-
-
Ozdemîr û Ozevîn hatin bîranîn
Li Êlihê Sedat Ozevîn, Sadî Ozdemîr, Salih Ozdemîr û Sidik Ozdemîr ên di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên xwe hatin bîranîn.
-
-
Li Hesekê ji bo çeteyan perdeya dawî
Li Hesekê şerê 40 roj in di navbera hêzên YPG/YPJ’ê de didomin êdî ber bi dawiyê ve tê. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku bi azadkirina Terqarê ya Panorama êdî Hesekê bi temamî azad bûye.
-
-
-
-
-
Polîsan êrîşî meşa Gemlîkê kirin
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş gelê ku wê ber bi Gemlîkê ve ji bo azadiya Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyabana kirin.
-
Polîs hewl didin meşa Gemlîkê asteng bikin
Polîsan meşa ji aliyê TUHAD-FED'ê ve bi dirûşma "Em bi sed hezaran ji bo azadiya Serokatiyê dimeşin." a ji Amedê ber bi Gemlîkê ve wê pêk hatiba bi barîkatan asteng kirin.
-
-
Ji Zafer Yildiz re azadî hat xwestin
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya xwe hefteya 174'emîn daxwaza azadiya girtiyê nexweş Zafer Yildiz ê ku 8 mehin nayê dermankirin, kirin.