'Xwestin Şengalê bê Êzidî bihêlin'

Şemoyan got, "Drama li Şengalê ji bo Kurdên Êzidî hînê zindî ye. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî, hînê ji bo azadiya Şengalê û gelê me yê ji cih û warên xwe bûye, ti gaveke şênber nehatiye avêtin."

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şemoyan got, "Drama li Şengalê ji bo Kurdên Êzidî hînê zindî ye. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî, hînê ji bo azadiya Şengalê û gelê me yê ji cih û warên xwe bûye, ti gaveke şênber nehatiye avêtin."

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şemoyan, di salvegera yekemîn de komkujiya Şengalê, rêxistinbûyîna Êzidiyên li Rûsyayê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand.

Şemoyan di destpêka axaftina xwe de çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Şengalê bi hezaran mirovên bêguneh qetil kirin û hêzên vê çeteyê xwedî dikin şermezar kir û destnîşan kir ku her çend di ser komkujiya Şengalê re salek derbas bûye jî ev dram ji bo Kurdên Êzidî hînê zindî ye.

Şemoyan da xuyakirin ku hînê heta roja îro ji bo azadiya Şengalê û Êzidiyên ji cih û warên xwe bûne gaveke şênber nehatiye avêtin û got, "Di rewşa heyî de ji bilî HPG, YJA STAR, YBŞ, YPG û YPJ'ê ti hêzek nîne li ber Şengalê dikeve û ji bo azadiya Şengalê hewl dide. Rewşa cidî ya Êzidiyên xwe li çiyayê Şengalê girtine û ya Êzidiyên neçar mane xwe li kampên sê welatên cuda bigirin, hînê li pêşiya me ye. Ji pirsgirêkên tenduristiyê heta pirsgirêkên stargehê, gelek kêmasî û pirsgirêk hene. Her çend di nava sala bihurî de hin alîkarî hatibe kirin jî, divê ev têrker neyê dîtin. Weke Êzidiyên li Rûsya û Sowyeta berê dimînin, me alîkarî dan xwişk û birayên xwe yên li welêt rastî komkujiyê hatin. Lê belê hînê pêwîstiyeke cidî ya xwişk û birayên me bi alîkariyê heye. Ji bo Êzidiyên li kampên li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya DBP û Şaredariyan alîkarî tê kirin. Her wiha ji bo Êzidiyên li Kampa Newrozê ya li Rojava, PYD û TEV-DEM tevî şert û mercên şer û derfetên kêm, alîkarî tê kirin. Ji bo Êzidiyên li başûrê Kurdistanê û yên li Çiyayên Şengalê dimînin jî bi pêşengiya PKK'ê saziyên civakî yên sivîl alîkariyê dikin. Wekî din Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li Ewropayê ye, di çarçoveya derfetên xwe de alîkariya tibî dide kampan. Pêwîstiya Êzidiyan hînê bi awayekî cidî bi alîkariyê heye. Ya herî girîng jî divê Şengal ji çeteyan bê paqijkirin û azadkirin."

'PDK TEVLÎ POLÎTÎKAYÊN BÊ ÊZIDÎ HIŞTINA ŞENGALÊ BÛ'

Şemoyan komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an bibîr xist û destnîşan kir ku armanca bingehîn a vê komkujiyê bê Êzidî hiştina Şengalê bû. Şemoyan ev nirxandin kir:

"Mixabin Kurdên Êzidî li Şengalê bi tenê hatin hiştin û yekane berpirsyarê vê jî PDK ye ku li Şengalê ji bilî xwe hebûna ti hêzê qebûl nedikir. PDK'ê dizanîbû ku wê êrîş bê kirin, tevî vê jî li şûna ku gel bikişîne herêma ewle, bi tenê xwe parast û gel di nava lepên DAIŞ'ê de hişt. Bi vî rengî PDK jî ji hin aliyan ve tevlî polîtîkayên bê Êzidî hiştina Şengalê bû. Ji xwe li gorî hin agahiyên ne fermî yên me ji hin çavkaniyan wergirtin, hin kesên endamê PDK'ê ji gelê ji Şengalê direviya re gotine 'Em ê we bibin Ewropayê' û bi vî rengî çend qurişên milet jî ji wan stendine. Bi hezaran Êzidiyên bi soza birina Ewropayê li ser sînoran hatine terikandin hene. Berpirsyarê vê jî PDK û alîgirên PDK'ê ne. Eger li cem PDK'ê kêm be jî hesta parastina gel hebûya, îro Şengal nedihat dagirkirin û Êzidî neçar nediman xaka xwe ya bi hezaran salan lê ye, biterikînin. Eger îro Êzidî ji cih û warên xwe bûne û li kampan bi derfetên gelekî kêm hewl didin bijîn, berpirsyarê bi tenê yê vê yekê PDK ye."

'ME DÎT RÊXISTINBÛYÎN NEBE, TIŞTEK NIKARE BÊ KIRIN'

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şemoyan balkişand ser rêxistinbûyîna Kurdên Êzidî li Rûsyayê, ku piştî komkujiya li Şengalê bi navê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê ava kirin û got, "Me dît û fêm kir ku rêxistinbûyîn nebe, tiştek nayê kirin. Eger em rêxistinbûyî nebin, her yek ji me dikare ji aliyê xwe ve alîkariyê bide, lê ev yek wê çiqasî tesîra xwe hebe, nizanim. Li dû êrîşên li Şengalê me li qada Rûsyayê dest bi kampanyayên alîkariyê yên berfireh kirin. Alîkariya ku me kom kir, bi heyetekê re me şand ji Şengalê û kampa Newrozê ya li Rojava. Bi vî rengî me derfet dît ku bûyerên qewimîne ji nêz ve bibînin û ji bo dema pêş dikarin alîkariyeke çawa bikin, me ev tespît kir. Hînê li gelek herêman kampanyayên me yên alîkariyê dewam dikin. Wê di demeke nêz de bi encam bibin. Her wiha ji bo drama li Şengalê ji aliyê raya giştî ya Rûsyayê ve bê zanîn jî, em dixebitin."

'DIVÊ TIRKIYE TAVILÊ JI ŞAŞÎTIYÊ VEGERE'

Şemoyan dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd dike, ku di dema dawî de dijwar bûye nirxand û got, "Tirkiye bi gotina 'dijminê dijminê min dostê min e' ji destpêkê ve destek da DAIŞ a li hemberî gelê Kurd şer dike. Alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Ji ber vê yekê, bala xwe bidinê DAIŞ'ê berpirsyariya komkujiya li Pirsûsê jî negirt ser xwe, ji ber ku di vê komkujiyê de tiliya Tirkiyeyê heye. Komkujiya li Pirsûsê pêvajoyeek nû da destpêkirin. Bi vê komkujiyê re Tirkiye li şûna ji gelê Kurd lêborînê bixwaze, li her deverê bi xwînxwarî dest bi êrîşê kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber bombebaran dike, li nava kolanan bi fîşekên rastî êrîş dike, tîmên taybet deriyê malan dişikînin û li hundirê malan mirovan qetil dikin. Divê Tirkiye tavilê ji vê şaşîtiyê vegerge û eger dixwaze rewşa xwe ya li Rojhilata Navîn xurt bike, divê bi Kurdan re li hev bike. Ji bo aştiya mayînde girîng e der hal dest bi hevdîtinên li Îmraliyê bike. Na eger Tirkiye di vê şaşîtiyê de israr bike, li Tirkiyeyê aramî namîne. Mîna Sûriyeyê wê dikeve nava agir."

...