Li Hesekê ji bo çeteyan perdeya dawî
Li Hesekê şerê 40 roj in di navbera hêzên YPG/YPJ’ê de didomin êdî ber bi dawiyê ve tê. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku bi azadkirina Terqarê ya Panorama êdî Hesekê bi temamî azad bûye.
Li Hesekê şerê 40 roj in di navbera hêzên YPG/YPJ’ê de didomin êdî ber bi dawiyê ve tê. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku bi azadkirina Terqarê ya Panorama êdî Hesekê bi temamî azad bûye.
Şervanên YPG/YPJ’ê rêyên Şeddadê, Reqa û Dêr Zor ên digihêjin Terqarê ya Panorama azad kirin. Piştî li herêmê kontrol hat bidestxistin, derdora Hesekê bi temamî ket kontrola hêzên YPG’ê, bi kontrola Neşwa û Wîran mirov dikare bêje ku herêm êdî bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi azadkirina bajêr re êdî kantona Cizîrê we hê zêdetir bi ewle bibe û Terqarê ya Panorama ku êdî wek gumrikekê wê bê bikaranîn tevkariyeke mezin wê li aboriya herêmê bike.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku bi bi azadkirina Hesekê re ji Til Koçer heta Kobanê hêzên YPG/PJ’ê gihiştine hev.