BI DÎMEN

PDK'ê enternasyonalîstên DYA'yî girt û xist hucreya DAIŞ'iyan

Enternasyonalîst Robert Alleva û Mîchael Fonda yên ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin Rojava, dema xwestin vegerin welatê xwe ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Rayedarên PDK'ê Alleva û Fonda xistin hucreya çeteyên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin.

Enternasyonalîst Robert Alleva û Mîchael Fonda yên ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin Rojava, dema xwestin vegerin welatê xwe ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Rayedarên PDK'ê Alleva û Fonda xistin hucreya çeteyên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin.

Rojbert Alleva yê li nava refên YPG'ê sê mehan li Rojava li dijî çeteyan şer kir, piştî ku birîndar bû xwest bi Mîchael Fonda, Alexandre de Ponte û ji Rûsyayê Semyonov re di ser Başûrê Kurdistanê vegerin welatên xwe, lê belê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin girtin. Fonda anî ziman ku ew 23 rojan li zîndna PDK'ê ya li Hewlêrê hatine ragirtin û diyar kir ku her çend wan ji rayedarên PDK'ê re gotine wan li gel YPG'ê şer kirine, rayedaran ew xistine hucreyên çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn.

Alleva ji ANF'ê re peyivî û got, "Ragirtina me ya li girtîgehê bi rastî jî ecêb bû. Di destpêkê de ji me re gotin ku em ne girtî ne, pirsgirêk nîne û ew e me bişînin malê. Lê belê ev yek zêde dirêj dewam nekir. 23 rojan em li hucreyên ku bersûcên terorê tê de bûn, hatin ragirtin. Her çend me ji wan re gotin ku me li dijî DAIŞ'ê şer kirine û ne ewle ye ku em bi bersûcên wan re di heman hucreyê de bên ragirtin jî, li me guhdarî nekirin. Ji me re gotin ku cihekî din nîne me lê rabigirin. Tevî ku em hatin alîkariyê bidin gelê Kurd ê bê guneh, aşkerabûna bêsûciya me, 23 rojan dewam kir. Qet ne xema wan bû ku em ji bo alîkariyê hatine vê derê. Ji bo ji hin kesan re bibe ders, em ceza kirin. Pirsgirêk çi bû nizanim, lê ji bo me demeke zehmet bû."

Alleva da zanîn ku di encama hewldanên Sefaretxaneya Bilind a DYA ew serbest hatine berdan û bang li PDK'ê ku welatiyên Rojava yên ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin tên, negire.

Alleva got, "Mirov ji bo alîkariyê tên vir, wan negirin. Eger hûnê bigirin, ji kerema xwe re nexin heman hucreya dijmin jî tê de ye. Tekane tişta ez ji hikûmeta Kurd bixwazim ev e; ji kerema xwe re bi vî rengî nêzî mirovan nebin."

Mîchael Fonda ku leşkerekî berê yê deryayî yê DYA ye, da xuyakirin ku tevahiya çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehê dizanîbûn wan li nava refên YPG'ê şer kirine, di tevahiya meha Remezanê de bi zorê rojî bi wan dane girtin û şert û mercên girtîgehê gelekî xerab bûn.

ÇAVDÊRIYÊN ROJAVA

Her du enternasyonalîstan der barê tecrûbeyên xwe yên li Rojava de wiha axivîn:

ALLEVA: "Ji bo alîkariyê bidim gelê Kurd ê di salên dawî de li dijî DAIŞ'ê disekinin û şer dikin, hatim Rojava. Bi taybetî YPG rêxistinbûyînek ji Kurdan, Ereban û Xiristiyanan pêk tê. Min xwest destekê bidim berxwedana mirovên li zilma DAIŞ'ê rast tên.

Beriya birîndar bibim li Rojava bi qasî sê mehan mam. Li hemberî DAIŞ'ê me gelek caran şer kirin. Bi gelê Kurd û civatên Xiristiyan ên herêmî re têkiliyeke me ya gelekî xweş hebû. Bi şerekî bi bandor re me DAIŞ ji hin herêman derxist.

Gelê Rojava gelekî baş em xwedî kir. Ji her alî ve gelekî alîkarî dan me. Ev ji bo min gelekî bi qîmet e. Ez spasiyên xwe pêşkêşî koalîsyona ku bi êrîşên hewayî re destek dan me, dikim. DYA û hin welatên Ereb di têkoşîna YPG'ê û ya li dijî DAIŞ'ê de bi rastî jî destek dan.

FONDA: Navê min ê li Rojava Demhat Şîrvan e. Ji Vîrgînîa, Centrevîlle me. Dema di nava Hêzên Deryayî yên DYA de bûm, bi hevalên xwe re me ji bo ewlekariya Iraqê gelek kar kirin. Dema min dît DAIŞ'ê kontrola vir xist destê xwe, min xwest ji bo alîkarîdayîna Iraqê û gelê Kurd bêm. Gava min dît YPG li vir şerekî bi bandor li hemberî DAIŞ'ê dimeşîne, min xwest tevlî wan bibim û destekê bidim.

Di sê mehên xwe yên li Rojava de, min mirovên herî bedew ê tevahiya emrê xwe dît. YPG'ê gelekî baş em xwedî kir, li me miqate bû. Gelê Rojava gelekî baş li me dinêhirî. Xwarin, vexwarin, pêwîstiya me bi çi hebû, her tim bûn alîkar. YPG'yî şervanên gelekî wêrek û baş in û li Rojava gelekî serketî ne.

Mirovên li Rojava û hemû Kurd, mirovên herî bedew ên li cîhanê ne. Hêvîdarim wê Rojava û tevahiya Kurdistan, serketina xwe dewam bike.

Tirkiye ya ku ji bo êrîşî Kurdan bike destekê dide DAIŞ'ê, hînê di demên dawî de destûr da DAIŞ'iyan ku di ser Pirsûsê re derbasî Kobanê bibin û bû sedem ku komkujiyeke mezin bê kirin.

Banga min li hikûmeta Tirk e; tavilê dest ji tevgera DAIŞ'ê ya li ser sînorê xwe berde û nehêle derbasî herêmên Kurdan bibin.

...