FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî komkujiya Zergelê şermezar kirin

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, komkujiya dewleta Tirk a li gundê Zergelê yê Qendîlê pêk anî, bi tundî şermezar kirin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, komkujiya dewleta Tirk a li gundê Zergelê yê Qendîlê pêk anî, bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya FKÊ de bal hat kişandin ser xweranegirtina AKP'ê ya li serketina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û hat destnîşankirin, ku AKP heman piştî hilbijartinê êrîşî gelê Kurd û hemû aştîxwaz, demokrat û sosyalîstan kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî bibîr xist û diyar kir ku armanca AKP'ê têkbirina serketiyên gelê Kurd.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Zergelê hat şermezarkirin û bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk hat kirin ku li hemberî Erdogan û hevkarê wî DAIŞ'ê bêdeng nemînin. 

Meclîsa Jinên Êzidî jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de komkujiya li gundê Zergelê şermezar kir û ji malbatan û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de bang gelê Kurd hat kirin ku li hemberî hovîtiyê hişyar be.