Sê malbatên Şengalî yên xwe li Ermenîstanê girtin

Ji Şengaliyên piştî komkujiya 3'ê Tebaxê li kampên Başûrê Kurdistanê hatin cihkirin, 3 malbat ji ber zehmetiya li van kampan kişandin berê xwe dan Ermenîstanê û xwe li xizmên xwe girtin.

Bi komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an de, bi deh hezaran Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî cih û warên xwe terikandin, li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê belav bûn. Sê ji van malbatan jî di 29'ê Tîrmeha 2015'an de bi 19 neferên xwe re hatin Ermenîstanê.

Her sê malbat, ji aliyê Kurdên Êzidî yên li Ermenîstanê ve hatin pêşwazÎkirin û li Mala Kurdên Êzidî hatin bicihkirin. 

Malbatên ji 19 neferan ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tê, ji ANF'ê re behsa bûyerên bi serê wan de hat kirin.

Bişar Şengalî yê ji herêma Zervik a ser bi Girê Zerê diyar kir ku wan êdî nema karî li kampên li Başûrê Kurdistanê îdare bikin, lewma hatine.

Bişar Şengalî anî ziman ku li pêş çavên wan û zarokên wan mirov hatin kuştin, ji rastî destavêtinê hatin, lewma hînê jî dema dengê qelebalixiyê tê zarokên wan ditirsin û heta sibehê nikarin razên.

Şengalî bibîr xist ku gelê Ermenî jî ev êşa wan kişandiye beriya sed salî dîtine, lewma wan xwestine bên Ermenîstanê cem xizmên xwe, heta ku rewşa Şengalê baş bibe û welatê wan aram bibe.

Şengalî da xuyakirin ku piştî zarokên wan psîkolojiya hovîtiyê ji ser xwe avêtin û şerê li Kurdistanê hêsan bû, ew ê vegerin Şengalê.

Bişar Şengalî ku malbata wî ji 14 nerefan pêk tê, anî ziman kuw an serlêdana penaberiyê kiriye û hêvîdar in dewleta Ermenîstanê bersiveke erênî ji serlêdana wan re bê dayîn.

...