Gerîlayê HPG’ê Mîrzeydîn Gokturk ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Mîrzeydîn Gokturk (Mervan Axçar) ê li Agiriyê bi Sezaî Yaşar û Ahmet Yaşar ên birayê hev, re hat înfazkirin li Mûşê bi tevlîbûna hezaran kesan hat defnkirin.

Gerîlayê HPG’ê Mîzeydîn Gokturk (Mervan Axçar) ê li Agirî li malekê ji aliyê tîmên taybet bi du kesên birayê hev, re hat qetilkirin li bajaroka Kizilagaç a Mûşê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Gokturk piştî li Erziromê karûbarên otopsiyê bi dawî bûn, bi konvoyeke bi sedan wesayîtan ku di nav de Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik, parlamenterên Agirî, parlamenterê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk, hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr û nûnerên MEYA-DER’ê jî hebûn anîn Mizgefta Nû ya li bajarok. Li mizgeftê piştî wecîbeyên olî bi hezaran kesan tabûta Gokturk a bi alên PKK’ê xemilandî rakirin ser milan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gokturk hilgirtin, bi dirûşmên “Rêya te rêya me ye”, şehîd namirin ber bi goristanê ve ketin rê.
Di merasîmê de dirûşmên, "PKK gel e gel li vir e”, "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "PKK tolhildan" hatin gotin. Piştî cenazeyê Gokturk spartin axê Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan, anî ziman ku Serokkomar Erdogan ji bo desthilatdariyê welêt avêtiye nav êgir. Ozkan diyar kir ku berpirsyarê mirinên rû didin Serokkomar Erdogan e û gelê Kurd wê ji bo aştiyê berxwedana xwe bidomîne.
Birayê Gokturk Fecrî Gokturk jî got ku birayê wî ji bo dozeke bi rûmet têkoşîn daye û jiyana xwe ji dest daye. Gokturk wiha dewam kir: “Em ê bi ezma têkoşîna birayê min têkoşîna wî bidomînin.”
Piştî axaftinan girse ji bo sersaxiyê derbasî mala Gokturk bû.