Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 29'ê Tîrmehê de li hemberî lûleya petrolê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve êrîş nehatiye kirin. Di daxuyaniya HPG'ê de ev xal hat destnîşankirin:
"Li dijî tevgera êrîşa topyekûn a artêşa T.C a dagirker li hemberî qadên me yên gerîla dimeşîne, roja 29'ê Tîrmehê li navçeya Şirnex Silopiyayê, yekîneyên herêmî bi însiyatîfa xwe çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Ev çalakiya li hemberî lûleya petrolê, bi biryara hêzên me yên gerîla nehatiye kirin.
Weke Hêzên Parastinê yên Gel, ti helwesteke me li hemberî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê nîne. Pêwîste helwest û nêzîkatiya me ya hesas, hestyar û bi berpirsyarî ya di vê mijarê de were zanîn. Daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Başûrî ve hatin kirin, hem ne rast in hem jî tehrîk dikin.
Yekîneya ev çalakî pêk aniye, bêyî ku zanibe xeta lûleyê ya kê ye çalakî lidar xistiye. Bi awayekî cuda nirxandina vê yekê û berevajîkirina rastiyê, wê bi kêrî kesî neyê."