Ji Zafer Yildiz re azadî hat xwestin

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya xwe hefteya 174'emîn daxwaza azadiya girtiyê nexweş Zafer Yildiz ê ku 8 mehin nayê dermankirin, kirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 174'emîn a "rûniştina f" li Qada Galatasarayê li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîfa F bên girtin" û "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de dirûşmên "Tecrîdê rakin mirinan rawestînin", "Dermankirin maf e nayê astengkirin" û "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û diyar kir ku ji ewlehî û tendûrîstiya girtiyên dewlet berpirsiyar e. Kerestecîoglu anî ziman ku hêj girtiyên nexweş serbest nayên berdan û divê demildest girtiyên nexweş ên rewşa wan giran serbest bên berdan.

Daxuyaniya hefteyî Meryem Bars xwend. Bars têkildarî rewşa girtiyê nexweş Zafer Yildiz de agahî dan û diyar kir ku girtî rastî îşkence û muamleyên xirap tên û mafên wan ên mirovan tên binpêkirin. Bars nameya Yildiz ji girtîgehê şandî xwend.

Yildiz di nameya xwe de wiha dibêje: "8 mehin çûna min a nexweşxaneyan dereng dikin, doktoran tehşîsa şaş pêk anî û ji ber bi awayekî rêk û pêk nayêm dermankirin nexweşiya min her diçe pêş dikeve."