KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dêrsim: Bi rêxistinî û mezinbûnê re em ê bersivê bidin êrîşan
Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim got, "Em tevgereke xwedî tecrûbe, tevgereke gelê xwe diparêze û di oxira azadiya gelê xwe de bi salan têdikoş in, berdêlan didin e. Em tevgera gel in ku bi mirinan naqede." -
YRK: Îran şertên agirbestê dixe nava xeteriyê
Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tevgera leşkerî ya rejîma Îranê ku di demên dawî de zêde bûye û hişyarî da ku bi vê yekê re şertên agirbestê dikeve nava xeteriyê. -
Serdanên heyetan ji bo Zergelê dewam dikin
Ji bo lêkolînkirina komkujiya balafirên şer ên Tirk li gundê Zergelê yê Qendîlê kir, serdanên heyetan dewam dikin. -
Şengaliyên li Êlihê qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn
Kurdên Êzidî yên ji komkujiya Şengalê bi saxî filitîn û niha li Wargeha Qorixê ya navçeya Êlih Qubînê dijîn, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêze çalakiyan bibîr anîn. Jin û ciwan bi vê armancê li nava wargehê meşiyan. -
YBŞ'ê banga tevlîbûna berxwedana pîroz li ciwanên Êzidî kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku berxwedana wan bi felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê Derwêş û Edûlan dimeşe û banga tevlîbûnê li keç û xortên Êzidî kir. -
Şengal bi Meclîsa Avaker re ji nû ve ava dibe
Komkujiya Şengalê salek li dû xwe hişt. Berxwedana Şengalê jî bê navber dewam dike. Di nava salekê de li Şengalê 1094 çete hatin kuştin, 326 çete jî birîndar bûn. -
Hevdîtînên di navbera CHP û AKP’ê de temam bûn
Hevdîtînên di navbera heyetên CHP û AKP’ê de yên ji bo avakirina hikûmetê temam bûn. Heyetan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku biryara ji niha û şûn ve ya rayedarên partiyên wan in. -
Polîsên navenda Şemzînan dorpêç kirin zextê li welatiyan dikin
Polîsan piştî navenda navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, navenda navçeyê bi temamî vala kirin, zext û heqaretan li welatiyan dikin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Hasan Tîmûr taziye
Ji bo şervanê YPG’ê Hasan Tîmûr (Agir Wan) ê 29’ê Tîrmehê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û ji ber astengiyên dewleta Tirk cenazeyê wî li deriyê sînor tê rawestandin, li Taxa Bayirli ya navçeya Artemêtan a Wanê malbat taziyeyan qebûl dike. -
Li Xelatê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xelat a Bedlîsê rêveberê DBP’ê jî di nav de yek ji wan zarok 4 kes hatin binçavkirin. -
Hêzên YPG/YPJ’ê panzêrek tijî teqemenî rûxandin
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin panzerek bombebarkirî li gundê Recman ê rojhilatê Hesekê di çeperên YPG’ê de biteqînin, panzêr ji aliyê YPG’ê ve hate rûxandin. -
Asayîşa PDK’ê êrîş bi ser kesên Komkujiya Şengalê şermezar kirin
Penaberên Kampa Şariya ya nêzî Duhokê xwestin Komkujiya Şengalê şermezar bikin rastî êrîşa PDK’ê hatin. Di êrîşê de serê keçekê hat şikandin û 8 kes birîndar bû -
Jinên Wanî: Ocalan mîmarê aştiyê, Erdogan jî mîmarê şer e
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi pêkhateyên KJA’yê re bi armanca protestokirina li ser pêvajoya zêdebûna pevçûnan daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
Welatiyên Êzîdî yên hatin Amedê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de bi dirûşmên "Ji qirkirinê re êdî bes e" meşiyan. -
Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Ozlu li Katoyê hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Cemal Ozlu (Yilmaz Mamxurî) di şerê Şaxê de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Kurtay Faraşînê ya li çiyayê Katoyê hat oxirkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Tûran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Umît Turan (Harun Çekdar) ê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di êrîşa li hemberî tabura leşkerî de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hat şewitandin li Îdîrê hat definkirin. -
Heyeta Kantona Cizîrê Şengal ziyaret kir
Rêveberiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de serdana Şengalê kir. -
Jinan li Hewlêrê bang li NY kirin
Jinên Kurd li pêşiya navenda NY a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin ku Dewleta Tirk sûcê mirovahiyê kiriye. Jinan bang li NY kirin ji bo tavilê bikeve tevgerê. -
HPG: Di çalakiya li hember Qereqola Karabûlak de herî kêm 50 leşker mirin - HAT NÛKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya 2’yê Tebaxê saet 03.00’an li hember Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agirî de herî kêm 50 leşker mirine. -
Ji gerîlayan li gelek navendan çalakiyên bi bandor
Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk li qadên gerîla dewam dike. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Li Dêrsimê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hat xistin. -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Li Şengalê, di encama çalakiyeke sûîqestê ya gerîlayên HPG'ê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin. -
Li Zergelê bêdengiya mirinê
Li gund niha bêdengiya mirinê heye. Dengê zarokan jê nayê, dehlên gund vala ne... Ji Zergelê niha dengê kenê zarokan, stranên bi Soranî jî nayê bihîstin... -
KJA: Tecrîd, bombebaran, qetilkirina sivîlan rê li ber fikaran vedike
KJA bang li hemû jinan kir ku bi hestên aştî, çareseriya demokratîk û deklarasyona aştiyê bên cem hev û li dijî şer rawestin. -
'Gelê Şengalê wê bi ser bikeve'
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava jî destnîşan kir, ku heta azadiya Şengalê ew ê her şêwe alîkariyê bidin civata Êzidî. -
Siyasetmedarên Başûrî: Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Saddam be
Siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî, Dr. Haşim Zebarî, Dr. Kamûran Berwarî li Zergelê, komkujiya ku balafirên artêşa Tirk pêk anî li cih lêkolîn kirin.