Li Zergelê bêdengiya mirinê

Li gund niha bêdengiya mirinê heye. Dengê zarokan jê nayê, dehlên gund vala ne... Ji Zergelê niha dengê kenê zarokan, stranên bi Soranî jî nayê bihîstin...

Gundê Zergelê ku di nava rêze çiyayên Qendîlê de li newaleke kûr e, bi xeml û rewşa xwe balê dikişîne. Zergelê ku xwedî dîroka ji sedan salan e, di nava 50 salên dawî de ji ber êrîşên Iraq, Îran û Sûriyeyê bi dehan zarokên xwe ji dest daye.

Qendîl ji dehan çiyayên biçûk mezin pêk tê. Ji aliyê cografîk ve qadeke ji 700 km'yî ye. Bilindahiya wê ji deryayê 3 hezar 587 metre ye. Li herêma Qendîlê tevî gundên Zergelê, Enzê, Lewcê, Bokrîska, Bolê, Pirdeşalê, Suredê û Xelatê bi sedan gund hene.

Bi sedan salane  mirov li vir dijîn. Her tim di nava şer de man. Lê belê bi biryardarî, li hemberî şer li ber xwe dan û xaka xwe neterikandin. Kurdên li vir dijîn bi giranî bi sewalkarî, çandinî û cotkariyê re debara xwe dikin. Zergelê jî yek ji van sedan gundan e.

Zergelê ya li ser rêya bingehîn a navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye, li nava newala navbera du çiya de hatiye avakirin. Vî gundî, di serî de Mele Mûstafa barzanî, Dr. Abdûrrahman Qasimlo her tim ji şervanên azadiyê yên Kurd re malovanî kiriye. Ji ber vê yekê timî rastî êrîşên Iraq û Îranê hatiye. Tirkiye jî di sala 1997'an de gerîlayên PKK'ê hincet nîşan da û di serî de Zelê û Zergelê êrîşî gundên din ên Qendîlê kir. Di van êrîşan de gelek gundiyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Hînê di bedena gelek gundiyan de birînên ji ber bombeyên balafirên şer ên Tirk, êrîşên hewayî yên îranê û bomberdûmanên Saddam Huseyîn hene.

Zergelê ya li qiraxa çemekî li newalê hatiye çêkirin, gundekî ji 40 malan e. Bi giştî 250 kes lê dijîn. Mizgeft, dibistan, navenda tenduristiyê, dikan û parka xwe ya zarokan heye. Gundî havînê li zozanên jora gund, zivistanê jî li nava Zergelê dijîn. Gund bi tirî, hinar û sêvên xwe tê naskirin. Gundê ku bi çemê xwe yê Zergelê re dişibe bihuştê, ji aliyê hemû gundiyên derdorê ve tê ziyaretkirin.

ÊRÎŞA DESTPÊKÊ YA LI HEMBERÎ ZERGELÊ DI SALA 1963'AN DE HAT KIRIN

Kesek baş nizane gund kengî ava bûye. Extiyarê gund jî dibêje ku gund çend nifs berê hatiye avakirin. Gundê Zergelê ku di herikîna dîrokê de timî ji berxwedêrên Kurd re malovanî kir, cara yekemîn di sala 1963'an de li êrîşên dewleta Iraqê rast hat. Rejîma Iraqê pêşmergeyên Kurd hincet nîşan da û bi sedan leşker û topan êrîşî gund kirin, komkujî kirin. Di vê êrîşê de jin, zarok gelek eksan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Êrîşan piştre li dû hev dewam kirin. Rejîma Saddam Huseyîn heta sala 1990'î bê navber êrîşên xwe dewam kir. Di van salan de rejîma Îranê jî Dr. Abdûrrahman Qasimlo hincet nîşan da û bi topan êrîşî Zergelê û gundên derdorê kir.

Vê rewşê heta sala 1991'ê dewam kir. Lê belê piştî Şerê Kendavê, ku Saddam Huseyîn xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişand, Zergelê û gundên din ên Qendîlê kêm ber jî bêhn hat ber. Ev aramî di sala 1997'an de bi operasyona dewlet Tirk a bi desteka PDK'ê re li hemberî gerîlayên PKK'ê da destpêkirin, bi dawî bû. Ji bo Zergelê û gundên din ên Qendîlê salên berê yên kabûsê vegeriyan. Vê carê dewleta Tirk bi balafirên şer êrîş kir.

Di çarçoveya vê operasyonê de tankên Tirk di sala 1997'an de xwe gihandin heta gundê Zergelê. Di êrîşên li hemberî gund de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî 4 salan, di sala 2001'ê de vê carê balafirên şer ên Tirk li gund dan. Gule li gund reşandin û di encamê de gundiyekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn.

Di sala 2007'and e jî balafirên şer ên Tirk bombe li Zergelê barandin. Vê carê bi tesadufî kesek nemir, lê gelek kes birîndar bûn. Di sala 2011'an de balafirên şer ên Tirk bi heman rêbazê li gund dan. Vê carê Navenda Çandê ya Ciwanan a Jilemo hat bombekirin. Bi tesadufî kesî jiyana xwe ji dest neda, lê navenda çandê hilweşiya.

LI ZERGELÊ BÊDENGIYA MIRINÊ

Di sibeha 31'ê Tîrmehê roja 6. a bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve, li Zergelê komkujî hat kirin.

Balafirên şer ên Tirk saet di 04:05'an de rokêt li gund barandin û 6 malên li gund hilweşandin, 8 sivîl qetilkirin, yek jê giran 11 kes birîndar kirin.

Tevî ku di ser êrîşê re 2 roj derbas bûne jî şewata daristana li kêleka gund dewam dike, hînê dûxan ji gund bilind dibe.

Ji nava malên rastî êrîşê hat bêhna barûtê hînê tê, Pêlîstokên zarokan, pêlav, kinc û karneyên şewitî yên ji binê xirbe derketin, dilê mirovan dişewitîne. Di heman demê de asta êrîşê jî radixe pêş çavan.

Ev gund bi çemê xwe yê Zergelê, bi dehlên xwe, bi stranên xwe mîna bexçeyekî zarokan bû. Lê niha bi temamî bêdengiya mirinê lê heye, ne dengê zarokan jê tê, ne jî kes li dehlan heye... Li derdorê kes xuya nake, ji bilî wêneyên di çarçoveyên şikestî de...

Ji Zergelê niha dengê kenê zarokan nayê, dengê stranên Soranî jî nayê bihîstin...