KJA: Tecrîd, bombebaran, qetilkirina sivîlan rê li ber fikaran vedike
KJA bang li hemû jinan kir ku bi hestên aştî, çareseriya demokratîk û deklarasyona aştiyê bên cem hev û li dijî şer rawestin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) li dijî polîtîkayên şerê ji hêla hikûmeta emî ya AKP'ê ve hatiye destpêkirin jin têkevin nava çalakiyê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel û Nursel Aydogan û endamên KJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Endama KJA'yê Ayşe Gokkan bi kurdî û Seroka Komeleya KJA'yê Ayla Akat Ata bi tirkî daxuyanî xwendin. Gokkan diyar kir ku civak bi deklarasyona aştî û çareseriyê ya di Newroza 2013'an de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat aşkerakirin re bêhna wê hatiye ber wê û got ku di nava civakê de hêviyên avakirina aştî û çareseriya demokratîk derketiye holê. Gokkan da zanîn ku diyalogên li Îmraliyê hatibû asteke girîng û ev yek di deklarasyona Dolmabahçeyê xwe da der û wiha axivî "Asta ku em hatinê di tecrîdê de israrkirin, bombebaran, operasyonên leşkerî û siyasî, wêrankirina xwezayê, windakirina canên sivîl û zarokan û ev yek di nava civakê de rê li ber fikaran vekir."
Gokkan anî ziman ku avakirina aştî û çareseriyê pêkan e. Ata bi van gotinan bang li hemû jinan kir: "Bi hestên aştî, çareseriya demokratîk û deklarasyona aştiyê bên cem hev û li dijî şer em ê rawestin."