Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Umît Turan (Harun Çekdar) ê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di êrîşa li hemberî tabura leşkerî de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hat şewitandin li Îdîrê hat definkirin. Dayika Turan Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îdîrê Dîlber Turan di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku berpirsiyarê mirinên pêk tên Serokkomar Erdogan e û wiha got: "Erdogan hevparê xwîna tê rijandiye. Bi kurtasî berpirsiyarê hemû komkujiyan e."
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Umît Turan (Harun Çekdar) ê 30'ê Tîrmehê di êrîşa li hemberî Tabura Cendirmeyan a Gormeç a Şirnexê de ya 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan bi awayekî şewitî hat dîtîn û piştî karên otopsiyê yên li Amedê anîn Îdîrê. Cenazeyê Turan li herêma Suveren a bajar bi girseyî hat pêşwazîkirin û piştre anîn Taxa Alî Kamerlî. Di ketina tax de cenaze ji wesayîtê hat girtin û bi meşê heya malê anîn. Di meşê de dirûşmên "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "Bê serok jiyan nabe", "Qatîl AKP dê hesabê bide", "Ey şehîd xwîna te erdê namine", "Harun Çekdar nemir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî li malê mafê helaliyê hat xwestin cenaze ber bi bajaroka Hoşxeberê ve derxistin rê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Turan li goristana bajarokê hat definkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îdîrê M. Emîn Adiyaman, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredarên herêmê û gelek welatiyên din tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî rêzgirtinê Parlamenterê HDP'ê M. Emîn Adiyaman axivî û diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê demldest careke din pêvajoya çareseriyê û muzakereyê bide destpêkirin û wiha got: "Em îro careke din di merasîma şehîdekî de cih digirin. Em dixwazin ku ev şehîdê me yê yekemîn nîn e û yê dawî jî nabe. Divê hikûmeta AKP'ê carek din bifirkire û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyan bike."
'EZ DIXWAZIM JI HEMWELATIYA TIRKIYEYÊ DERKEVIM'
Bavê Gerîlayê HPG'ê Turan Siddik Turan jî wiha got: "Şehîdê yê hemû Kurdistanê ye. Ez li vir dixwazim vê yekê bêjim. Êdî ez naxwazim weke hemwelatiyê Tirkiyeyê bimînim. Ez dê serî li Neteweyên Yekbûyî bidim. Ez li vir jî bang li malbatan dikim. Hemwelatiya Tirkiyeyê red bikin. NY'ê mafê dan Kibrîsa Bakur bila bide me jî. Em dixwazin li ser axa xwe weke hemwelatiyê cîhanê bijîn. Em naxwazin di bin desthilatdariya tu kesî de bijîn."
'ERDOGAN HEVPARÊ XWÎNA TÊ RIJANDIN'
Dayika Turan û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îdîrê Dîlber Turan jî diyar kir ku berpirsiyarê mirinên pêk tê Erdogan e û hêvî dikim ku êşa dayîk dijîn Erdogan jî bijî û wiha got: "Di serî derî serê Rêber Apo, gerîla û gelê me sax be. Erdogan hevparê xwîna tê rijandin e. Dema dimire dê çawa canê xwe bide. Xwedê êrîşa di dilê dayîkan de tê jiyîn bi wî jî bide jiyîn.Hêvî dikim dawiya wî dê weke ya Saddam bibe. Kurê min di dawiya çalakiya fidaî de jiyana xwe ji dest da. Bi guleya dijmin jiyana xwe ji dest neda. Kurê min yek bû. Erdogan berpirsiyarê komkujiyên pêk tê ye."
Turan da zanîn ku daxwaza wê ev e ku ti cenazeyên din nehên û wiha axivî: "Hêvî dikim ev ê şehîdê dawî be. Hêvî dikim ti agahiyên şehîdan neyên. Daxwaza min ev e."