HPG: Di çalakiya li hember Qereqola Karabûlak de herî kêm 50 leşker mirin - HAT NÛKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya 2’yê Tebaxê saet 03.00’an li hember Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agirî de herî kêm 50 leşker mirine.

NavendaRagihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya 2’yê Tebaxê saet 03.00’an li hember Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agirî de herî kêm 50 leşker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku Pêngava Şehîd Şervan Varto bi bersiva ji Komkujiya Zergelê re bi tarzê fedayî didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di vê pêvajoya ku dewleta dagirker a Tirk berfirehiya konsepta êrîşan a li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêk tîne, pêş xistiye de li hemberî van êrîşan jî gerîla wê weke bersiv çalakiyên li ser xeta parastina rewa li ser erdnîgariyeke berfireh belav bûye roj bi roj zêdetir bibin. HPG di daxuyaniya xwe de got, “Roja 2’ê Tebaxê li Eyaleta me ya Serhedê bi çalakiya mezin a li hemberî Qereqola Karabûlakê pêngava Şehîd Şervan Varto hatiye destpêkirin. Di çarçoveya pêngava Şehîd Şervan Varto ya hat destpêkirin de, weke bersivdayîna êrîşa ku li hember gundê Zergelê ya herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê ya Medyayê û di encamê de 8 mirovên sivîl hatin qetilkirin de, hêzên me yên gerîla li herêma Serhedê weke bersivdayîna li hemberî vê komkujiya ji derveyî mirovî û zagonên şer tine dihesibînin, roja 2’yê Tebaxê saet 03:00’an çalakiyek berfireh pêk anîne. Ev çalakiya ku li hemberî Qereqola Karabûlakê hat lidarxistin bi fedayiyane de hatiye kirin û di asta meşaleya berxwedana topyekûn de ye.

Çalakiya bi şêwazê fedayiyane û berfireh li hemberî Qereqola Karabûlak a girêdayî navçeya Bazid a Agiriyê hat lidarxistin bi wesayîteke 5 ton teqemenî hatiye kirin. Wesayîta ku ji deriyê qereqolê ket hundir, di dema ku li baxçeyê qereqolê de nêzîkî 30 leşker hebûn hatiye teqandin. Bi teqînê re avahiya qereqolê, birc û hemû çeper bi temamî hatine îmhakirin. Piştî teqînê avahiya qereqolê û çeper bi qasî 2 saetan şewitîne. Di vê navberê de 6 birc, gelek wesayîtên leşkerî, çeper û cihên di parastina qereqolê de demek dirêj şewitîne. Bi teqînê re cebilxaneya qereqolê jî teqiyaye û di encama wê de jî 2 wesayîtên zirxî û otobusek bi temamî îmha bûne.”

HPG’ê da zanîn ku ev çalakiya fedayiyane ya di çarçoveya Pêngava Şehîd Şervan Varto de weke bersiva ji komkujiya Zergelê re hatiye kirin, ji aliyê Mûrat Butun ê bi nasnav Êrîş Andok ê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da hatiye lidarxistin û wiha hat gotin, “Hevalê me Êrîş Andok di çalakiya ku bi ruhê Fedayî yê Apoyî pêk anî de gihiştiye şehadetê.”

HPG’ê diyar kir ku di qereqola Karabûlak a ku nêzî 80 – 100 leşkeran têde, zêdetirî 50 leşker mirine û wiha dewam kir, “Di çalakiya hat lidarxistin de hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk hê zêdetirin.”

Nîv saet piştî çalakiyê Artêşa Tirk xwestiye ji navenda Bazidê bi wesayîtên zirxî mudaxale bike. Ji aliyê gerîlayên me ve di navbera gundên Kijîk û Karabûlak ên girêdayî Bazîdê de li hemberî wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk ên hatine mudaxaleyê çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. Dîsa di encama kemîndanînên vê derê de dijmin bi awayekî bi bandor hatiye derbkirin. Di vê çalakiya kemînê de bi awayekî zelal 9 leşker hatine kuştin. Piştî vê çalakiya hat lidarxistin artêşa Tirk nikarîbû li herêmê mudaxaleyê bike.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk li derdora qereqolê dorpêçeke berfireh pêk aniye. Sibehê ji saet 08:00’an heya 14:00 artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe yên li cihê çalakiyê rakirine û bi wesayîtên kar jî enqaz paqij kirine.

HPGê diyar kir ku gerîlayê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye, Mûrat Butun ê bi nasnav Êrîş Andok ê ji Wanê ji dayik bûye.