Jinên Wanî: Ocalan mîmarê aştiyê, Erdogan jî mîmarê şer e

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi pêkhateyên KJA’yê re bi armanca protestokirina li ser pêvajoya zêdebûna pevçûnan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi pêkhateyên KJA’yê re bi armanca protestokirina li ser pêvajoya zêdebûna pevçûnan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi pêkhateyên KJA’yê re li pêşiya Navenda Donat Îş a li pêşiya Walîtiya Wanê hatin gel hev daxuyaniya çapemeniyê dan û bang kirin ku  divê tavilê pevçûn bên rawestandin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Navçeya Tûşbayê Hatîce Can ve hat xwendin. Can destnîşan kir ku divê tavilê operasyon bêne sekinandin.

‘EM Ê LI HEMBERÎ ŞER AŞTIYÊ BIPARÊZIN’

Can destnîşan kir ku wê li hemberî şer aştiyê biparêzin û wiha dom kir: “Pêwîstiya gelê me ne bi şer bi aştiyê heye. Em ê şer bi we nedin kirin. Em ê pêvajoya aştiyê ya Birêz Ocalan beriya 2 salan destpê kir û bi fedekariyeke mezin meşand biparêzin. Wê Birêz Ocalan weke mîmarê aştiyê û Erdogan jî weke mîmarê şer derbasî dîrokê bibe… Em ji vir bang li hikûmeta AKP’ê dikin. Dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin. Tavilê operasyonên îmhayê bisekinînin. Vegerin maseya muzakereyê. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd ên hatine binçavkirin serbest berdin. Em ji vir careke din polîtîkayên we yên şer şermezar dikin û bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo li hemberî şer eniya aştiyê ava bikin.”

Piştî daxuyaniya hat kirin. Endamên Meclîsa Jinên Aştiyê yên Wanê û pêkhateyên KJA’yê bi dirûşman heya Qesra Çandê meşiyan.

...