Şengal bi Meclîsa Avaker re ji nû ve ava dibe
Komkujiya Şengalê salek li dû xwe hişt. Berxwedana Şengalê jî bê navber dewam dike. Di nava salekê de li Şengalê 1094 çete hatin kuştin, 326 çete jî birîndar bûn.
Komkujiya Şengalê salek li dû xwe hişt. Berxwedana Şengalê jî bê navber dewam dike. Di nava salekê de li Şengalê 1094 çete hatin kuştin, 326 çete jî birîndar bûn.
Ji destpêka komkujiya Şengalê û vir ve di nava salekê de, di navbera hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ/YPJ Şengal û çeteyên DAIŞ'ê de 420 caran şer qewimî. Di van şer û pevçûnan de 1094 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin 326 çete birîndar bûn. Di 18'ê Kanûnê de korîdora alîkariya însanî ya navbear Şengal-Rojava ji nû ve vebû. Hêzên Berxwedanê yên Hevpar ku HPG, YJA STAR, YBŞ, YPG û YPJ di nav de cih digirin, ji bo navenda bajarê Şengalê û gundan dest bi 'Pêngava Azadkirina Şengalê' kirin. Di operasyonê de gelek cih hatin azadkirin. Di nava dema bihurî de YPG Şengal hat ragihandin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) konferansa xwe ya yekemîn lidar xist. Di heman demê de civata Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li ber xwe dide jî, Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê ku vîna wan lê tê temsîlkirin, damezrandin. Meclîs ji bo civata Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li ber xwe dide û yên li cih û warên xwe vegeriyane, gelek xebatan dimeşîne û hewl dide bersivê bide pêwîstiyên wan.
KORÎDOR JI NÛ VE HAT VEKIRIN
Di 18'ê Kanûnê de ji Şengalê gerîlayên HPG, YJA STAR û şervanên YBŞ'ê, ji Rojava jî şervanên YPG û YPJ'ê, korîdora Şengal-Rojava ji nû ve vekirin. Ji fermandarên YJA STAR'ê Sema Koçer, der barê Pêngava Korîdora Şengal-Rojava de wiha axivî: "Piştî ku korîdor hat girtin, gelê li Çiyayê Şengalê jiyaneke zehmet derbas kir. Pêwîstî bi derfetên erzaq, germkirin û stargehê hebû. Ji ber ku me jî ev rewşa gel dît, berdêla wê çi dibe bila bibe me ji bo vekirina korîdorek di navbera Şengal-Rojava de me dest bi operasyonê kirin. Me ji Şengalê, hêzên YPG/YPJ'ê ji Rojava, ber bi Şengalê ve dest bi operasyonê kirin. Di vê operasyonê de, gundên di navbera Rojava-Şengalê yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, hatin azadkirin."
ÇAWA FIROT XWEST BI HEMAN RENGÎ BIKIRE
Ji fermandarên YBŞ'ê Serxwebûn Cevahîr anî ziman ku roja 18'ê Kanûnê tevî ku HPG/YJA STAR û hêzên YBŞ'ê korîdor vekirin, pêşmergeyên PDK'ê jî di navbera Başûrê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê de korîdorek vekirin û diyar kir ku PDK bêyî fîşekekê biteqîne hin gundên li bakurê Şengalê bi dest xist. Cehavîr got, "Me ji hêzên PDK'ê yên li Şengalê re gotin 'Em korîdoreke hevpar vekin'. Lê belê wan nexwestin bi me re tevbigerin û di navbera Başûrê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê de korîdor vekirin, gundên li bakurê Çiyayê Şengalê yên Hardan, Zorava, Guhbel, Dîgurê û Sinûnê, bêyî fîşekekê biteqînin xistin bin kontrola xwe. Gel dema ku ev rewş dît got, 'Çawa ku di rojeke ji bo me pîroz de firotin, bi heman rengî hewl didin me bikirin'."
GUND AZAD DIBIN
Roja 18'ê Kanûnê piştî ku korîdora însanî ya navbear Şengal-Rojava hat vekirin, Hêzên Berxwedana Şengalê, dest bi operasyona azadkirina gundên Şengalê û navenda bajêr kirin. Ji fermandarên YPJ Şengal Hêlîn Êzidî ya di nava pêngava li hemberî Xanesorê ya li bakurê Çiyayê Şengalê de cih girt, wiha axivî: "Dema em ketin nava gund, çete reviyan û dema em derketin ser şaneşîna malekê, em şemitîn. Dema me li derdora xwe nihêrî ku ji ber çi dişemitin, me cesedê apekî extiyar ê serjêkirî dît. Hevalên me yekser cenaze rakirin. Dûre me xebatên lêgerînê dan destpêkirin û li maleke ji axê de me ap û du dayikên pîr dîtin. Her du jî dijiyan. Dema çeteyan êrîşî gund kirin xwe veşartin, li benda me man. Ji me re gotin, 'Hûn li ku man, çima hûn ewqasî dereng man' em hembêz kirin û giriyan."
PDK'Ê ÇEPERA XWE CUDA KOLAN
Di 19'ê Kanûnê de Hêzên Berxwedanê yên Hevpar, ber bi navenda bajarê Şengalê ve dest bi 'Pêngava Azadkirina Şengalê' kirin. Gerîlayê HPG'ê Newrez Hakî anî ziman ku operasyonê saet di 11:00 de destpê kir, lê PDK piştî nîvro saet di 13:00 de tevlî operasyonê bû û got, "Tevî ku me xwest em bi hev re tevbigerin jî, pêşmerge bi me re tevnegeriyan. Yanî plansaziyeke hevpar û çalakiyeke hevpar derneket holê. Bê guman di roja destpêkê de gelek çete hatin kuştin. Di sê rojên destpêkê de şerekî dijwar qewimî. Piraniya pêşmergeyên PDK'ê li eniyên dûrî qada şer bûn. Me jî li cih û taxên rizgar kirin xeteke parastinê ava kirin. Hin hêzên pêşmerge li cem me bûn, lê belê em bi hev re tevlî çalakiyê nedibûn. Li çeperên me lê şer dikirin, wan şer nedikirin. Ji xwe re çeperên cuda çêdikirin û li wir şer dikirin. Dema çeteyan bi maşînên bombebarkirî çalakiyên xwekujî dikirin, pêşmerge ji herêmên şer direviyan. Piştî ku dîtin çete li hemberî berxwedana me bi ser nakevin, li çeperên xwe vedigeriyan."
Hakî diyar kir ku wan pêşniyar li PDK'ê kiriye bi fermandariyeke hevpar re dest bi pêngava azadkirna Şengalê bikin, lê belê qebûl nekirine û got, "Piştî ku berxwedana gerîla û şervanên YBŞ'ê dîtin, pêşmerge êdî nereviyan û çeperên xwe man. Wan jî ji xwe re xeteke parastinê ava kirin."
Di roja duyemîn a "Pêngava Azadkirina Şengalê" de Serokê Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî Çiyayê Şengalê ziyaret kir. Lê belê Barzanî ku dît Şengal ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve nehatiye azadkirin, serdana xwe di demeke kurt de birî û vegeriya.
ALÎKARÎ GIHAŞTIN
Ji rêveberên TEVDA'yê Mûnzûr Dêrsim da xuyakirin ku piştî vebûna korîdora însanî ya Şengal-Rojava, bi rêya TEVDA û RAP'ê alîkariya ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gihaşt Çiyayê Şengalê û wiha axivî: "Piştî ku korîdora însanî ya Şengal-Rojava vebû, bi rêya saziya me û RAP'ê gelê me yê li çar aliyên Kurdistanê û Kurdên Êzidî yên li Ewropayê alîkarî şandin Çiyayê Şengalê. Alîkariyên gihaştin, li Çiyayê Şengalê bi saziya alîkariyê RAP'ê re li 12 kampan hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de bersiv ji pêwîstiyên gel re hat dayîn."
ÎLANA YPJ ŞENGAL
Di demeke ku "Operasyona Azadkirina Şengalê" ya Hêzên Berxwedana Hevpar li navenda bajarê Şengalê dewam dikir de, hêzên YPJ Şengalê konferansa xwe lidar xist û rêxistinbûyîna xwe îlan kir. Danezana encamê ya konferansa bi beşdariya 44 delegeyan roja 5'ê Çileyê ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin. Di danezana encamê de hat gotin, "Di pêvajoya Operasyona Azadkirina Şengalê de, ji bo hevalên jin ên di nava YBŞ'ê de pêngava azadiyê xurttir bikin, Şengalê rizgar bikin, azadiya jin û civakê pêk bînin û çanda Êzidiyatiyê bi awayekî azad bide jiyîn, di 5'ê Çileyê de civîna damezrandinê hatiye lidarxistin" û ev yek hat destnîşankirin: "Hevalên jin ên di bin sîwana YBŞ'ê de cih digirin, xwe bi nasnameya YPJ Şengal (Yekîneyên Parastina Jinê yên Şengalê) xwe bi rêxistin dikirin. YPJ Şengal di çarçoveya paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk, demokratîk a Rêber Apo de, parastina gelê li Şengalê, parastina jinan, parastina bajar û çiyayê Şengalê yê ji bo civata Êzidî pîroz e û jiyana azad a çand û baweriya Êzidî, ji xwe re weke armanca bingehîn dibîne. Di çarçoveya hişmendiya parastinê birêxistinkirina jinên li Şengalê, hînbûna îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo, li ser vê bingehê naskirina rastiya jinê, têkoşîna li dijî rêxistinbûyîn û zîhniyeta bi serdestiya mêr, di serî de afirandina hişmendiya parastina rewa di nava jinên ciwan de mezinkirina rêxistinbûyîna xwe, azadkirina keçên di komkujiya 2-3'ê Tebaxê esîr hatin girtin, xwedîderketina li jinên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bersivdayîna li bîranÎna wan û armancên rêxistinbûyînê yên YBŞ'ê ji xwe re weke wezîfeyê dibîne."
ROJA NAVNETEWEYÎ YA ŞENGALÊ
Li dû konferana YPJ Şengalê, civata Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li ber xwe dide, di 14'ê Çileyê de Meclîsa xwe ava kir. Konferansa Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê bi beşdariya 200 delegeyan û nûnerên rêxistinên siyasî yên weke KCK, YNK; Partiya Komunîst, Tevgera Demokratîk a Êzidiyan (TEVDA) û Partiya Êzidiyan a Pêşverû, pêk hat. Meclîsa Avaker a Êzidiyên li Şengalê armanca konferansa xwe bi vî rengî rave kir: "Sedema fermana 73'an ku ji her 72 fermanan bêhtir trajîk e, bê rêxistinî û bê parastina civata Êzidî ye. Bi vê konferansê re hat xwestin ku vîna civata Êzidî were nîşandan û ji aliyê siyasî û civakî ve xwe bi rêxistinb ikin, her wiha rêxistinbûyîna parastinê ya civata Êzidî biafirîne. Bi fermaan 73'an re pêwîstiya bi vê yekê bi zelalî xwe nîşan da." Di encamê de hat ragihandin ku Meclîsek ji 27 kesan û komîteya rêveber a ji 7 kesan hatiye avakirin. Meclîsê 3'ê Tebaxê weke "Roja Navneteweyî ya Şengalê" qebûl kir û 6 komîteyên bingehîn ên parastin, dîplomasî, rêxistinbûyîn, ekonomî, maliye, jin û ciwan, bi rêxistin kir.
'YBŞ DI ROJA DESTPÊKÊ DE BERSIVA LI KOMKUJIYÊ BÛ'
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) encamên konferansa xwe ya destpêkê ku bi beşdariya 71 delegeyan pêk anî, bi danezanekê re bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser yekîtiya hemû hêzên berxwedanê yên Kurdistanî û YBŞ bi vî rengî hatibû pênasekirin: "YBŞ lihemberî komkujiya 3'ê Tebaxê ku rê li ber şehadeta bi hezaran mirovên me û dîlgirtina wan vekir, di roja destpêkê de weke bersivdayînê derket holê; di wê dema dîrokî, wan rojên krîtîk de mewziya berxwedanê ava kir û damezrandina xwe ji gelê me û raya giştî re ragihandiye. Bi vî rengî konferansa me ev pêvajoya şerê destanî yê bi sed hezaran mirovên me rizgar kir, derbên mezin li çeteyan xist û herî dawî dest bi Pêngava Şengalê kir, weke pêvajoya amadekariyê nirxand û esasên rêxistinbûyîn û sîstemê yên YBŞ'ê bi biryarên zelal destnîşan kiriye."
PDK'Ê GOT 'MÊVAN', GEL NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Li hemberî konfearnsên YBŞ/YPJ Şengal û berxwedana hêzên gerîla ya "Pêngava Azadkirina Şengalê", nerazîbûna PDK'ê zêde bû. PDK'ê rabû daxuyaniyên "Li Başûrê Kurdistanê PKK mêvan e" da û rê li ber nerazîbûna gel vekir. Gel bi gotina "Eger PKK ji Şengalê derkeve em ê jî jê derkevin" PDK rexne kir û destnîşan kir ku PKK yek ji hêzên esasî yên Şengalê ye. Şengaliyan diyar kirin ku yê mêvan PDK bi xwe ye. Gelê Şengalê nerazîbûneke tund nîşanî Asayîş PDK'ê da ku ciwanên dixwestin tevlî YBŞ'ê bibin girtin û gotin, "Bi van nêzîkatiyan re PDK dixwaze Berxwedana Şengalê bifetisîne."
XEBATÊN MECLÎSA AVAKER
Di dema bihurî de Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê gelek xebat meşand. Meclîsê bersiv da pêwîstiyên gel ên ji av, elektrîkê û tevî bersivdayîna li pêwîstiyên jiyanê yên 12 kampan, di heman demê de xebatên dîplomatîk meşand. Ji rêveberên TEVDA'yê Mûnzûr Dêrsim got, "Meclîsa me li Çiyayê Şengalê bersiv da pêwîstiyên av û elektrîkê yên 12 kampên li Çiyayê Şengalê, tevî vê ji bo pêşeroja zarokan dibistan vekir. Gelek zarokan di dibistanên me de zimanê xwe yê dayikê, dîrok, çand û baweriya xwe nas kirin. Tevî vê, ji bo xwe birêxistinkirinê me ji bo ciwan û zarokan akademî vekir. Me hewl da pirsgirêkên tenduristiyê yên gel çareser bikin. Bi kantona Cizîrê re, doktor her hefte tên kontrola tenduristiyê dikin. Her wiha ji bo danasîna bawerî û çanda Êzidiyan me li cîhanê gelek xebatên dîplomatîk meşandin. Niha beşek ji hevalên me yên endamên Meclîsa Avaker li Ewropayê xebatên dîplomasiyê dimeşînin."
BÎLANÇOYA DILŞEWAT Û GIRAN
Rûyê rast ê komkujiya piştî êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengal û gundên wê destpê kirin, zelal bû. Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê, encamên komkujiya li Şengal û gundên wê ku 500 hezar mirov lê dijiyan, derxist holê. Daneyên ji aliyê Meclîsê ve hatin parvekirin bi vî rengî ne: "Li Şengala beriya komkujiya 3'ê Tebaxê xwedî 170 gund, 12 gundik û 3 bajarokan bû, bi qasî 500 hezar mirov dijiyan. Ji van mirovan 3 hezar 161 kes di Komkujiya Şengalê de şehîd ket. 15 hezar 450 kes esîr ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Ji van 2 hezar 789 kes ji destê çeteyan rizgar bûn. Yên mayî jî ya hînê di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr in an jî hatine şehîdxistin. Niha li Çiyayê Şengalê bi qasî 20 hezar mirov dijîn. Zêdeyî 460 hezar mirovan koç kirine."
114 ŞERVANÊN AZADIYÊ ŞEHÎD KETIN
Berxwedana Şengalê ji her alî ve dewam dike. Di dema bihurî de di navbera Hêzên Berxwedana Şengalê (HPG, YJA STAR, YBŞ û YPJ Şengal) û çeteyên DAIŞ'ê de 420 caran şer qewimî. Di van şer û pevçûnan de 1094 çete hatin kuştin, 326 çete hatin birîndarkirin. Ji hêzên Berxwedana Şengalê 114 şervan di vê berxwedanê de şehîd ketin.