Asayîşa PDK’ê êrîş bi ser kesên Komkujiya Şengalê şermezar kirin
Penaberên Kampa Şariya ya nêzî Duhokê xwestin Komkujiya Şengalê şermezar bikin rastî êrîşa PDK’ê hatin. Di êrîşê de serê keçekê hat şikandin û 8 kes birîndar bû
Penaberên Kampa Şariya ya nêzî Duhokê xwestin Komkujiya Şengalê şermezar bikin rastî êrîşa PDK’ê hatin. Di êrîşê de serê keçekê hat şikandin û 8 kes birîndar bû
Penaberên Kampa Şariya ya nêzî Duhokê xwestin Komkujiya Şengalê şermezar bikin rastî êrîşa PDK’ê hatin. Di êrîşê de serê keçekê hat şikandin û 8 kes birîndar bûn.
Penaberên Kampa Şariya ya 5 kîlometre nêzî bajarê Dihokê ye, xwestin Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê şermezar bikin. Bi dehan penaberên kampê xwestin biçin gundê Şariya û li wir çalakiya xwe li dar bixin. Derdora saet 13:00’an ber bi gund ve meşiyan, lê di rê de rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatin.
Li gor ajansa nûçeyan RojNews polîsan êrîşî gel kirine, li welatiyan dane û serê keçekê şikandine.
Dema gel dimeşiya, hêzên asayîşa PDK’ê tên cihê bûyerê û di navbera gel û hêzên asayîşê de pevçûn derket. Gel bi keviran bersiva êrîşa hêzên asayîşê da û zêdetirî 8 kesan birîndar bûn.