'Gelê Şengalê wê bi ser bikeve'

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava jî destnîşan kir, ku heta azadiya Şengalê ew ê her şêwe alîkariyê bidin civata Êzidî.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî, hêzên komkujiya Şengalê kirin û yên li pişt wan, şermezar kir. 

Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:

Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî welatiyên Kurd ên Êzidî li Şengalê komkujiyeke herî qirêj pêk anîn. Çeteyan malên welatiyan hilweşandin, kesên temen mezin û zarok li pêşiya çavên xwediyên wan kuştin. Jinên Êzidî revandin û di bazaran de firotin û bi sedhezaran welatî neçarî koçberiyê kirin û bi hezaran welatî li ber germa havînê di çiyayê Şengalê de bi av û xwarin hatin dorpêçkirin.

Ev trajediya bi ser welatiyên Êzidî de hatiye, hewldaneke çeteyên DAIŞ’ê ji bo tinekirina miletekî ku herî kevnar di nava gelên Mezopotamiyayê de ye. Her wiha ev komkujiya Şengalê li eniya mirovahiyê şermeke mezin e. Li hemberî vê komkujiyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê berê xwe dane Şengalê û korîdorek di navbera Şengalê û Rojava de vekirin. Şervanan bi hezaran welatiyên Êzdî ji komkujiyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî pêşwaziya koçberan kir û hemû pêdiviyên wan peyda kirin û heta niha jî gelek koçber di kampa Newroz de bi cih bûne û şahidê vê trajediyê ne.

Niha em li rex welatiyên Şengalê ji bo tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, li ber xwe didin. Baweriya me bi welatiyên Şengalê û azadîxwazên cîhanê di serketinê de mezin e.

Em wekî Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a Kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîrê, Kobanê û Efrînê) qurbaniyên komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê di yekemîn salvegera wê de bi bîr tînin û DAIŞ’ê û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Em ê heta dawî alîkarî û piştgiriya gelê xwe li Şengalê heta pêkanîna azadî û edaletê bikin."