Ji bo şervanê YPG’ê Hasan Tîmûr (Agir Wan) ê 29’ê Tîrmehê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û ji ber astengiyên dewleta Tirk cenazeyê wî li deriyê sînor tê rawestandin, li Taxa Bayirli ya navçeya Artemêtan a Wanê malbat taziyeyan qebûl dike.
ANF
WAN
duşem, 3 gelawêjê 2015, 20:14
Ji bo şervanê YPG’ê Hasan Tîmûr ê 29’ê Tîrmehê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û ji ber astengiyên dewleta Tirk cenazeyê wî li deriyê sînor tê rawestandin, li Taxa Bayirli ya navçeya Artemêtan a Wanê malbat taziyeyan qebûl dike.
Bi sedan kesên ku di nav wan de Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan û Remzî Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP’ê, hevşaredarên Îpekyolu û Artemêtan jî hebûn bi sedan kes hatin ziyareta malbatê.
Girseya posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Tîmûr, alên PKK’ê hilgirtin heta mala taziyeyê meşiyan.
Bavê şervanê YPG’ê Husnu Tîmûr ê di taziyeyê axivî got: “Ez jî wek bavê her şehîdekî serbilind im. Ji ber kurê min di oxira vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da em serbilind û bi rûmet in. Serê gelê Kurd sax be. Şehîd namirin. Hêvî dikim kurê min şehîdê dawî be.”