Polîsên navenda Şemzînan dorpêç kirin zextê li welatiyan dikin

Polîsan piştî navenda navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, navenda navçeyê bi temamî vala kirin, zext û heqaretan li welatiyan dikin.

Polîsan piştî navenda navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin navenda navçeyê bi temamî vala kirin, zext û heqaretan li welatiyan dikin.

Li navçeya Şemzînan a Colemergê tîmên taybet navenda navçeyê bi temamî valakirin, rasterast heqaretan li welatiyan dikin û wan derb dikin. Welatî ku li hember provokasyona polîsan nerazîbûnan nîşan didin, polîsan navçe bi temamî dorpêç kirine.

Li gel vê hat diyarkirin ku polîsên di nuqteya rêya Rûbarok-Şemzînan de nasnameyan kontrol dikin, gelek kes darb kirin û heqaretan li wan dikin.