Heyeta Kantona Cizîrê Şengal ziyaret kir
Rêveberiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de serdana Şengalê kir.

Rêveberiya Kantona Cizîrê li gel heyetekê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de serdana Şengalê kir. Heyeta Kantona Cizîrê ku di nav de Hevserokên Kantonê Hediye Yusif û Şêx Hemidî jî hebûn, vê serê sibê gihiştin Şengalê.
Serokê Meclîsa Kantona Cizîrê Hesen Azan, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîre Gewriya, Serokê Komîteya Mafê Mirovan, Serokê Komîteya Ekolojî û Seyahetê Luqman Ehmê, endamê Rêveberiya Tev-Dem’ê Ismayil Dêrik û nûnerê gelek partiyan di nava Tev-Demê de di nav heyetê de cih girtin.
Heyeta Kantona Cizîrê ji aliyê hêzên YBŞ û YPJ Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û li vir daxuyaniyek dane çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Her wiha hat gotin ku wê rêveberî û xelkê Rojava desteka xwe ya ji bo Şengalê berdewam bikin û heta ku Şengal rizgar nebe wê berxwedana wan destek bikin.
Heyetê piştî ku bi Meclîsa avaker a Şengalê re hevdîtin kirin, goristana şehîdan a Şengalê ziyaret kirin.