BI DÎMEN

Dêrsim: Bi rêxistinî û mezinbûnê re em ê bersivê bidin êrîşan

Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim got, "Em tevgereke xwedî tecrûbe, tevgereke gelê xwe diparêze û di oxira azadiya gelê xwe de bi salan têdikoş in, berdêlan didin e. Em tevgera gel in ku bi mirinan naqede."

Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kir û got, "Em tevgereke xwedî tecrûbe, tevgereke gelê xwe diparêze û di oxira azadiya gelê xwe de bi salan têdikoş in, berdêlan didin e. Em tevgera gel in ku bi mirinan naqede."

Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got, "Ji gelê me re sersaxiyê ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazim. Ev hovîtî nîşan dide gihaştiye radeya tinebûnê, kêliyên xwe yên dawî dijî."

Dêrsim anî ziman ku ti dewlet dema êrîşî hêzekê dike, gel qetil nake û diyar kir ku komkujiyên niha dewleta Tirk dike, operasyonên li hemberî gerîla dimeşîne, operasyonên ji bo tinekirinê ne.

Dêrsim da zanîn ku ev çil sal in em li hemberî vê dewletê şerekî dijwar dimeşînin û destnîşan kir ku dewletê nekariye hêza gerîla, hêzên PKK'ê û hêza jinê biqedîne. Dêrsim got, "Dewlet bi nêzîkatiya 'em ê pişta wan bişikînin, bi PKK'yeke xurt re em ê hevdîtinan nekin, em ê biçûk bikin û eger ji me bê em ê biqedînin, bi vî rengî pêvajoya çareseriyê destpê bikin' tevdigere."

Dêrsim da xuyakirin ku dewleta Tirk a ku ew bi salane baş nas dikin, hewl dide heman derew û demagojiyê pêşkêşî gel, raya giştî û cîhanê bike û got, "Ya ku me diêşîne, qetilkirina gelê me ye. Bila dewlet bizanibe ku tola hilanîna xwînbûyîna bêvila gelê me, wê gelekî xurt be. Em tevgereke xwedî tecrûbe, danhevî, tevgereke gelê xwe diparêze, di oxira azadiya gelê xwe de têdikoşin e. Em tevgereke gel in ku bi mirinê naqede."

Dêrsim bibîr xist ku di bombebarana artêşa Tirk de li gundê Zergelê piraniya wan jin, zarok û mirovên extiyar 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û got, "Vê yekê tiştekî mezin neda dewleta Tirk. Dewleta faşîst û qetlîamker bi vê yekê re dixwaze xwe hîn bêhtir nêzî DAIŞ'ê bike, hemû hewldanên xwe ji bo vê ye. Tevgaer Kurd bi şerê li dijî DAIŞ'ê re destketiyên mezin bi dest dixe. Dewleta Tirk bi lêdana derbê li PKK'ê re hesap dike ku bi çi rengî dikare baştir li cem DAIŞ'ê cih bigire. Dixwaze hîn bêhtir DAIŞ'ê bike dostê xwe."

Dêrsim diyar kir ku AKP, DAIŞ û PDK weke sê hêzên bi hev re dixwazin PKK'ê bişikînin û got, "Pişta tevgereke li Rojhilata Navîn destketiyên ewçend mezin qezenç dike, li Rojava ber bi şoreşê ve dimeşe, bi vî rengî naşikê."

Dêrsim bal kişand ser astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyên gerîlayên HPG'ê, şervanên YPG û YPJ'ê li ser sînor û destnîşan kir ku divê gelê Kurd bersivê bide vê astengiyê.

Dêrsim da zanîn ku tevgera PKK'ê heta roja îro timî mezinbûn ji xwe re esas girtiye, felsefe û diyalektîka xwe ber bi vî alî ve ye û got, "Em li hemberî ewçend êrîşên zêde yên ehwayî jî li ser piyan e, têkoşîn û berxwedana xwe dimeşînin. Dibe ku windahiyên me hebin, ya ku herî zêde bi zora me diçe windahiya gelê me ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi îdîayeke mezin ev du sal in dixwaze pêvajoya çareseriyê bimeşîne, weke tevger jî ew dixwazin pêvajoyê bidomînin û got, "Bi sebir û biryardariyeke mezin ji bo xeranebûna pêvajoyê, ji bo aştî ji gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bê anîn, me ev pêvajo meşand û sebir kir."

Dêrsim da xuyakirin ku yê ev şer daye destpêkirin dewleta Tirk a mase qulipand û muzakere da sekinandin e û bibîr xist ku yê ji dewleta Tirk re pêşengiyê dike jî AKP ye.

Dêrsim destnîşan kir ku ew ê tola mirovên li Zergelê hatin qetilkirin, astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyên gerîlayan li ser sînorê Xabûrê û tolal girtinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi xurtî hilînin û anî ziman ku bi mezinkirina têkoşînê re ew ê berxwedanê xurt bikin.

Dêrsim got, "Dilsoziya bi Rêbertî, bi şehîdan û bi berxwedana vî gelî, mezinkirina têkoşînê ye. Em ê vê yekê heta dawiyê bikin. Di vê mijarê de dudilî li gel me nîne. Li dijî êrîşan ji bilî mezinbûnê ti şensê me nîne. Divê gelê me jî li dora vê berxwedan û têkoşînê bicive." 

Dêrsim bal kişand ser girîngiya avabûna rêveberiyên xwe yê gel û got, "Ev yek wê bersiva me ya herî mezin a li hemberî dewletê be. Rêberê me vê bangê dike."