Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin

Welatiyên Êzîdî yên hatin Amedê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de bi dirûşmên "Ji qirkirinê re êdî bes e" meşiyan.

Welatiyên Êzîdî yên hatin Amedê di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de bi dirûşmên "Ji qirkirinê re êdî bes e" meşiyan. Li ser navê Êzîdiyan Maha Haluga daxuyanî xwend û xwest ku cîhan qirkirinê qebûl bike. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî wiha got: "Şengal wê statuyê qezenc bike. Em Kurd her tim li cem gelê Şengalê ne."

Welatiyên Şengalê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê hatin Amedê û li Wargeha Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê bi cih bûn bi dirûşmeya "Ji qirkirinê re êdî bes e" meşiyan û komkujî şermezar kirin. Welatiyên Êzîdî kincên spî li xwe kirin û dowîz û pankartên Kurdî û Îngîlîzî yên komkujî vedigotin vekirin. Piştî daxuyaniyê Maha Haluga daxuyanî xwend û diyar kir ku nêzî 5 hezar jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin. Haluga xwest ku welatên cîhanê qirkirinê bi awayekî fermî nas bikin. Haluga herî dawî  şervanên HPG, YPG û YPJ'ê re spas kir.

'ŞENGAL WÊ STATUYA XWE QEZENC BIKE'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku Şengal ji dijmin re nabe mesken û divê hemû kes xwedî li Rojava derkeve. Irmak wiha bang li gelên cîhanê kir: "Şengal wê statuya xwe qezenc bike. Em ê hemû Kurd li cem gelê Êzîdî bin."

Irmak anî ziman ku polîtîkayên qirêj ên AKP'ê careke din ber bi şer ve çûn û piştî komkujiya Pirsûsê û komkujiyên de ev yek derket holê û wiha axivî: "Hûn nikarin çavên gelê Kurd natirsînin. Êdî bes e."

Piştî daxuyaniyê şanoya qirkirin vedigot hat pêşandan.