KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silopiyayê terora dewletê-HAT NÛKIRIN I
Gelê Silopiyayê yê li dijî serdegirtina malan û binçavkirinan li ber xwe dide, rastî êrîşa polîsan a bi çekên giran hat. Di êrîşê de 2 kes hatin qetilkirin, gelek kes birîndar bûn. -
Li taxa Dorûtay a Qelqeliyê leşkeran loda ka qedexe kir
Li taxa Dorûtay a navçeya Wan Qelqeliyê, leşkeran qedexe kirin ku gundî ka komî ser hev bike. Weke hincet jî 'hin kes dikarin xwe di nava ka de veşêrin' hat nîşandan. -
Ji ber muzîka Kurdî rastî lêdanê hat û hat binçavkirin
Derket holê ku endamê Koma Zap a muzîkê Yûsûf Çetîn ji ber li Kolana Îstîklalê bi Kurdî stran gotiye polîsên sivîl li wî dane û ew kirine binçavan. -
Li Tendurekê li hember operasyonê çalakiya mertalên zindî
Çiyayê Tendurekê ku wek herêma leşkerî ya demkî hat îlankirin û operasyon hat destpêkirin, gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. -
5 kes li Mersîn, Edene û Wanê hatin girtin
Li Edene û Mersînê ji 8 kesên 4 ji wan zarok, 4 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Li Westanê jî Murat Daniş hat girttin. -
Sahîp Akil ê di teqîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest da spartin axê
Sahîp Akil ê duh di teqîna li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê. -
Polîsan li Cizîrê kargehek gulebaran kirin: 2 birîndar
Li Cizîrê di encama gulebarana ji wesatiya pollîsan li kargehekê 2 kes birîndar bûn. -
Hefteyeke ti agahî ji zarokê Şengalî nîne
Zarokê Şengalî Mahir Mahmud Curdo (17) ê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat Bakurê Kurdistanê Amedê ev hefteyeke winda ye. -
Nasnameya 4 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di şerê berxwedana bajarê Hesekê û bajarokê Sirînê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir. -
HPG’ê diyar kir du gerîlayan 2’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest dane
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir, du gerîlayan 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbû kirin, jiyana xwe ji dest dan. -
Li herêmên gerîla keşif didomin
Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Li ser herêmên Çarçela, Avaşîn, Heftanîn, Zapê keşif hatiye kirin. Çalakiyên gerîla jî bi awayekî zêde didomin. -
Şewata artêşa Tirk derxist berfireh dibe!
Şewatên artêşa Tirk her diçe berfireh dibin. Şewatên li Gabar û Cûdî ber bi herêmên Şehrevan û Xarêkuna ve belav dibin. -
KCD-E banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Tebaxê kir
Hevserokatiya KCD-E li dijî şerê topyekûn ê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd daye meşandin, banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Tebaxê li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir. -
Hevdîtinên HDP'yiyan ên li Başûrê Kurdistanê didomin
HDP’yiyên gundê Zergelê yê sivîl lê hatin qetilkirin ziyaret kirin, bi YNK û Tevgera Goran re jî hatin gel hev. Di hevdîtînan de êrîşên dewleta Tirk ku hatin şermezarkirin heyet ji bo bi Barzanî re hevdîtinê pêk bîne derbasî Hewlêr bû. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Koç bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê yek ji şervanên YPG'ê Mehmet Koç (Çiya Agirî) ên deh rojan li ser sînor hatin sekinandin, li Bazîdê hat veşartin. Di merasîma cenaze de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. -
'Em ê derewên wan bidin ber rûyê wan'
Yildirim û Gur ên HDP'yî yên di nava heyeta li gundê Zergelê lêkolîn kir de cih girtin anîn ziman ku li gund bi tenê sivîl dijîn û yên hatine qetilkirin hemû sivîl in. -
Gerîlayên MLKP'ê bersiv dan êrîşa DAIŞ'ê
Gerîlayên MLKP'ê, ji ber komkujiya Pirsûsê li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. -
Muzakereyeke çawa, çareseriyeke çawa, agirbesteke çawa?-Cemîl Bayik
"Heta ku di şertê azadiya Rêber Apo de muzakere û agirbesteke tehkîmkirî pêk neyê her gotin wê li hewayê bimîne" -
Karayilan: Eger dixwazin me bi şer tine bikin, bila keremkin!
Mûrat Karayilan: Eger ew dixwazin me bi şer tine bikin, keremkin; eger ji wan tê bila bikin. Bi derfetên xwe yên îstîxbaratê û teknolojiya pêşketî bawer dikin, ku dikarin me biqedînin. Bila fermo ya ji destê wan tê bikin... -
Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' ji aliyê Ciwanên Azad ve tê girtin
Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, di hefteya 163 de bê navber dewam dike. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Ciwanên Azad ve tê meşandin. -
Şahîn: Gelê Dêrsimê wê gund û zozanên xwe vala neke
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn da xuyakirin ku qedexekirina 14 herêmên Dêrsimê bi hinceta 'ewlekariyê' û şewitandina daristanan parçeyek ji konsepta şer ê AKP'ê ye. -
'Divê bomberdûmanên dewleta Tirk tavilê bisekinin'
Şêniyên Qendîlê diyar kirin ku di Îslamê de cihê qetilkirina jin, zarok û mirovên extiyar nîne û dan xuyakirin ku di sala 2002'an de li Kendekolê zêdeyî 40 kes, niha jî li Zergelê 8 mirovên bêguneh hatine qetilkirin. -
Jinan li Pirsûsê lêkolîn kirin
Meclîsa Azadiya Jinan a ji bo têkildarî lêkolîna Komkujiya Pirsûsê hat bajêr, Parlamenter Meral Daniş Beştaş got, "Eger mirov bêje di bûyerê de îxmala rayedarên fermî heye wê pir gotineke sivik be.” -
Bi hezaran kes li Geverê li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin. -
Waniyan bi pêpîkan AKP şermezar kirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê ji aliyê Rêxistina DBP’a Wanê û yên navçeyan ve bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.