Karayilan: Eger dixwazin me bi şer tine bikin, bila keremkin!

Mûrat Karayilan: Eger ew dixwazin me bi şer tine bikin, keremkin; eger ji wan tê bila bikin. Bi derfetên xwe yên îstîxbaratê û teknolojiya pêşketî bawer dikin, ku dikarin me biqedînin. Bila fermo ya ji destê wan tê bikin...

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye. Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk mezintirîn êrîşa hewayî li hemberî qadên gerîla pêk aniye, lê ti encam bi dest nexistiye. Karayilan da xuyakirin ku gerîla heta niha li dijî êrîşan, di çarçoveya parastinê de mafê xwe yê bersivdayînê bi kar aniye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan der barê bûyer û qewimînên di rojevê de ji ANF'ê re axivî. 

Karayilan di destpêka axaftinax we de, ji ber komkujiya li gundê Zergelê got, "Rehma xwedê li mirovên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da be. Ji malbatên wan, gundiyên Zergelê, gelê me yê li quntarên Qendîlê û tevahiya gelê me yê li Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em weke şervan her roj şehîdan didin, lê belê şehadeta dayikek ducanî û mirovên me yên bê guneh, me gelekî diêşîne. Emê bîranîna wan li Kurdistana azad û demokratîk bidin jiyîn."

Karayilan bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê, hemû mirovên di komkujiyê de şehîd ketin bibîr anî û destnîşan kir ku ew careke din soz didin ku bîarnîna wan ew ê li Şengal û Kurdistana azad bidin jiyîn.

'ERDOGAN Û AKP'Ê PÊVAJO TÊK BIR'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser konsepta şer a AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîne û diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan û AKP heta niha bi samîmî nêzî çareseriya bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka Kurd nebûne. Karayilan got, "Her tim bi hesabê hilbijartin û dengan nêzîk bûn. Deklarasyona Rêber Apo ya di Newroza 2013'an de hat weşandin, xwedî naverokeke gelekî girîng û dîrokî bû. Em îro jî tevlî çarçoveya wê deklarasyonê dibin. Wê demê jî em gelekî bi samîmî nêzîk bûn. Ji bo berpirsyariyên wê bi cih bînin me civîneke çapemeniyê lidar xist û ji raya giştî re ragihand. Li ser vê bingehê me dest bi pêvajoya vekişînê kirin, lê belê hikûmeta AKP'ê û dewletê berpirsyariyên xwe bi cih neanîn."

ÇALAKIYA LI SERÊKANIYÊ ÇALAKIYEKE PLANKIRÎ NEBÛ

Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê, dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye û anî ziman ku kuştina du polîsan li Serêkaniyê, ku weke hincet tê nîşandan, sextekariyeke mezin e.

Karayilan der barê vê mijarê de ev nirxandin kir: "Her kes dizane ku beriya 15 rojan Bulent Arinç got 'rojên zehmet li pêşiya wan e'. Yanî biryar berê girtibûn, amadekariyên xwe kiribûn. Gelo pêkane di nava du rojan de dest bi tevgereke topyekûn bikin? Diyar e ji berê ve operasyona li hemberî civakê, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşa bi tank û topan plan kirine, amadekariyên wê kirine. Yanî her tişt bi awayekî plankirî meşiya.

Li Serêkaniyê kuştina du polîsan, bi biryareke navendî ya me nehatiye kirin. Ev çalakî ji aliyê yekîneyeke me ya fermî jî nehatiye kirin. Çalakiyek ji aliyê komeke ji xwe re dibêje 'Fedaiyên Apoyî' ve hatiye kirin. Ji xwe me jî bi vî rengî aşkera kir. Hema yekser xwe avêtin ser vê bûyerê. Halbûkî hikûmetê di çarçoveya biryar û amadekariyên xwe yên berê de roja 24'ê Tîrmehê dest bi êrîşê kir."

GERÎLA ÇALAKIYÊN PARASTINÊ LIDAR DIXIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li hemberî êrîşên hewayî, operasyonên leşkerî û operasyonên qirkirina siyasî bal kişand ser çalakiyên gerîla û wiha axivî:

"Li hemberî vê êrîşa topyekûn bê guman em ê mîna mihê serê xwe dirêjî ber kêrê nekin; weke gerîla em jî neçar in mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Heta niha gerîl ahînê pêngava taktîkî nekiriye, plana xwe hînê nexistiye meriyetê. Li hemberî êrîşan bi hin aliyan bersivê dide. Di vî warî de naxwazim zêde tiştekî din bêjim. Lê belê li hemberî êrîşa topyekûn gotinên me jî hene em bêjin, çalakiyên me jî hene em pêk bînin. Yên vê dikin, wê hesap bidin. Li gorî çapemeniya Tirk heta îro hêzên ewlekariyê yên Tirk bi awayekî fermî îlan kirine ku windahiyên wan 23 ye. Ev ne ji sedî 10 ê rastiyê ye. Rastiyê vedişêrin. Windahiyên xwe nadin. Eger 10 windahî dabin, vê weke 1 windahî nîşanî çapemeniyê didin. Em nabêjin 'bila gelek leşker bimirin' lê fatûreya şer heye. Hikûmeta AKP'ê vê fatûreyê ji raya giştî ya Tirk vedişêre. Bi veşartina rastiyan ji gel, nikarin tiştekî bi dest bixin.

Li Zergelê komkujî kirin, bi zanebûn li gund xistin. Dema balafirên şer li gund xistin, yên keşfê jî keşif kirin. Yanî bi balafirên keşfê tespît dikin, bi balafirên şer jî lê didin. Û ne carekê; di destpêkê de roketekê diavêjin, jinek birîndar dibe; cîran tên alîkariyê, di vê kêliyê de piştî 10 deqeyan cara duyemîn rokêtan dibarînin. Piştî 10 deqeyan careke din roketan diavêjin; bi giştî 8 roketan dibarînin, beşek ji gund serûbin dikin. Tevî vê rastiya li ber çavan jî Fermandariya Giştî mîna her carê înkar dike ku li sivîlan xistine. Bulent Arinç radibe dibêje 'derew e; yê vê îdîa dike namerd e'. Yê ku namerdiyê dike tu ye! Vaye Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çû wê derê. Hînê bi dehan rêxistin çûn û tespîtê dikin. Ey derewkarno, hûnê ji vê re bêjin çi? Hûnê rabin ser sûcên xwe yên li pêşiya çavên cîhanê binixumînin; di ser re rabe ji mirovan re bêjin namerd. Ev tiştekî hatiye dîtin nîne? Derewên Fermandariya Giştî ya Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li ser komkujiya li Zergelê dikin, karakterê rast ê mêtîngeriya TC radixe pêş çavan."

Karayilan da xuyakirin ku ya gerîla niha dike, bikaranîna mafê parastinê ye û got, "Di çarçoveya mafê parastina rewa de çalakiyên bersivdayînê tên lidarxistin. Lê pêvajoyê destpê kiriye û ev pêvajo wê kûrtir bibe. Li dijî şerê topyekûn em ê jî pêvajoya berxwedana topyekûn bixin rojevê. Ya rast em dixwazin sîstema rêveberiya dewleta yekparêz, faşîst û mêtînger ji holê rakin. Yanî li gorî paradîgmaya me, artêş ne hedefa me ya sereke ye. Lê AKP ji bo berjewendiyên xwe her kesî bi kar tîne; artêşê jî bi kar tîne. bi perspektîfa Neteweya Demokratîk-Xweseriya Demokratîk em tevgereke ku veguherÎna demokratîk a Tirkiyeyê ji xwe re esas digirin. Lewma pirsgirêkeke me ya hedefgirtina artêşê nîne. Lê belê AKP artêşê derdixîne pêş û bi vî rengî şer rû dide."

LI DIJÎ ÊRÎŞAN MAFÊ ME YÊ BERXWEDANÊ HEYE

Karayilan ji bo bangên rawestandina şer û pêkhatina agirbestê ev nirxandin kir:

"Hemû hewldanên derdorên çareseriya demokratîk dixwazin û bangên wan ji bo me hêja ne. Em bangên wan girîng dibînin. Di vê mijarê de rêxistinên civakî yên sivîl, kesayet û derdorên cuda di nava hewldanan de ne. Wekî din hêzên navneteweyî cara yekemîn bang li her du aliyan kirin. Hin hêzên ku beriya niha bi awayekî yekalî destek didan êrîşên dewleta Tirk niha bang li her du aliyan dikin. Em qîmetê didin van hemûyan. Lê belê divê ev were zanîn; em hêzeke li êrîşan rast tên e. Em bi rastî jî dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk-aştiyane bê çareserkirin. Di vî warî de em ji dil in.

Lê em hêzeke fedaî ne, em ti carî teslîm nabin. Gelê me û gelên me ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk bernadin. Ji bo vê me jiyana xwe danîne holê, heta roja îro gelek berdêl hatiye dayîn. Em tevgereke ku dilsozê şeref, namûs û heysiyeta xwe ne. Li dijî êrîşên topyekûn mafê me yê berxwedana topyekûn heye. PKK çalakiyên êrîşê nake, lewma tiştekî ku dest jê berde nîne. PKK li hemberî êrîşan mafê xwe yê bersivdayînê bi kar tîne. PKK ji ber xwe ve çalakî nekiriye. Bila neyê ji bîr kirin; li pêşberî me dewletek û serokwezîr hene ku gotin di rojeke bi tenê de li 400 nuqteyên gerîla xistine û bi vê yekê re pesnê xwe didin. Pêwîste ev were dîtin."

Ji bo banga 'bila her du alî destê xwe ji ser tetîkê bikişînin' Karayilan ev bersiv da:

"Ev bang bangekeke kevn e. Hînê di sala 2009'an de ji aliyê Birêz Hasan Cemal ve gelek caran hat bilêvkirin. Niha jî tê bilêvkirin. Em ne li dij in. Lê belê di rewşa heyî de êrîşeke topyekûn a li gorî konseptekê heye. Eger hêza li gorî vê konseptê dest bi êrîşê kiriye dest ji êrîşan berde û ne weke berê bi mijûlkirinê bi rastî jî bibe xwedî projeyeke cidî ya çareseriyê, hingî ev yek dikare pêk were.

Ji bo pêkhatina vê jî pêwîste mîna Mandela şert û merc ji bo Rêber Apo werin afirandin; karibe bi malbata xwe, parêzeran, şêwirmendên xwe û rêxistina xwe re hevdîtinê bike. Li ser vê bingehê di çarçoveya mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan de, eger pêvajoya muzakereyê di bin çavdêriya Heyeta Şopandinê de destpê bike, ev yek dikare pêk were. Bi vî rengî her du alî li ser agirbesteke zexmkirî li hev bikin, hingî tilî dikarin ji ser tetîkê werin kişandin."

EGER ŞER DIXWAZIN, KEREMKIN BILA BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, der barê daxuyaniyên rayedarên Tirk ên ji bo girankirina şer de bi vî rengî peyivî:

"Eger ew dixwazin me bi şer tine bikin, keremkin; eger ji wan tê bila bikin. Bi derfetên xwe yên îstîxbaratê û teknolojiya pêşketî bawer dikin, ku me biqedînin. Bila fermo ya ji destê wan tê bikin. Wê hingî bibînin ku yên vê pêk tînin wê tine bibin an em ê tine bibin. Di vê mijarê de, eger werin bê guman wê tiştna bibînin."

Lê careke din dibêjim; pêwîste her kesên li yekparebûn, yekîtiya Tirkiyeyê difikirin, hemû hêzên ji Tirkiyeyê hez dikin, divê vê xeteriya ku AKP bi şer derxistiye pêşiya Tirkiyeyê bibînin. Me bi durustî û ji dil gotin ku em ji çareseriyê re vekirîne, lê ew dixwazin me bi bombeyan tine bikin. Eger dixwazin me tine bikin, wê demê em jî neçar in bi vîna xwe bi rêbazên xwe alternatîfên pratîkî yên çareseriyê destnîşan bikin û bixin rojevê. Yek ji van alternatîfan jî Şerê Gel ê Şoreşger e, ku ji bo gelê me veguheriye tekane alternatîf. Bi biryardarî meşandina vê û encamgirtin, wezîfeya me ya sereke ye. Vê carê şensê me yê serketinê bilindtir e."

DIVÊ HER KES JI XWE RE RÊYÊN PARASTINA XWE PEYDA BIKE

Li hemberî êrîşan, girtin û binçavkirinan Karayilan xwest her kes xwe biparêze û got, "Bêg uman divê her kes li mala xwe ne li benda girtinê bin. Divê têbikoşe. Beriya her tiştî divê yên xeteriya girtina wan heye, xwe biparêzin, neyên girtin. Madem em gelekî rêxistinbûyî ne, wê demê divê em nehêlin polîs werin li taxa me mirovên me bigirin. Divê em li dijî vê derkevin. Ji ber vê yekê divê her kes xwe, taxa xwe biparêze. Yanî xwedî sîstema parastinê be. Em nabêjin 'bila her kes rahêje çekan', em nabêjin 'bila her kes derkeve serê çiyê'. Wê demê bila her kes li cihê lê ye li hemberî pêkanînên faşîst û girtinan li rêyên parastina xwe bigerin û peyda bikin. Me di demên berê de dîtin; li hin taxan ciwanan karîbûn xwe biparêzin. Niha her kes bi vî rengî dikare xwe biparêze."

HER KESÎ KOMKUJIYA ZERGELÊ ŞERMEZAR KIR, BI TENÊ PDK'Ê ŞERMEZAR NEKIR

Li ser helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi taybetî PDK'ê ya der barê êrîşên Tirkiyeyê de Karayilan ev nirxandin kir: "Li Zergelê komkujî hat kirin. Rayedarên DYA yekser li dij derneketin, lê aciziya xwe bi hin gotinan anîn ziman. Gotin 'di çarçoveya peymana me ya bi Tirkiyeyê re rewşeke bi vî rengî nîne'. Welatên cuda yên cîhanê, bi heman rengî daxuyaniyên nerazîbûnê dan. Hikûmeta navendî ya Iraqê diyar kir ku ev yek destwerdana li serweriya wan e û red kir. Herî dawî Yekîtiya Ereb, yekemcar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li hemberî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Başe çima Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar nake? Yanî çima helwesteke dijber nîşan neda? Ev yek pirsên di mejiyê her kesî de ye."

Karayilan da xuyakirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk pêwîstî bi sekneke neteweyî, bi helwesteke neteweyî heye û got, "Ya ku me ji serokatiya herêmê hêvî dikir ev bû. Li ber çavan e ku helwesteke bi vî rengî nehatiye nîşandan. em hêvîdarin ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê vê polîtîkaya xwe ji nû ve binirxîne û helwesta xwe biguherîne."