Bi hezaran kes li Geverê li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê meşiyan
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin.
Li hemberî konsepta şerê topyekûn ê ji aliyê AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve ketiye dewrê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku gelek pevçûn lê rû didin bi hezaran kes derketin kolanan. Bi hezaran kesên di pêşengiya meclîsên taxan de li ber terqarê ya Girtîgeha Kevin kom bûn, li ser Cadeya Cengîz Topel bi dirûşma, “Wê ev gel şer bi te nede kirin” meşiyan.
Di meşê de girse bi dirûşmên, "Ocalan" û "Bijî Serok Apo" meşiya.
Di meşa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin, jinan lîlandin, ciwanan jî bi lêdana beroşan û fîtikan deng derxistin.
Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û daxuyanî hat dayîn.
Hevberdevka Koordînasyona Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Denîz Bulbîn got: "Di pêvajoya aştî û demokratîk a ji aliyê Birêz Ocalan ve hat destpêkirin, her çiqasî PKK’ê û Ocalan gavên berbiçav avêtibin jî ji aliyê dewleta Tirk ve ti gav nehatiye avêtin. Di tevahiya vê pêvajoyê de hikûmeta AKP’ê li hember gelê Kurd helwesteke bi dijmintî nîşan daye û vê helwesta xwe didomîne. Konsepta girtin, qetilkirin, îmha û înkarê zêde kiriye.”
Bulbîn da xuyakirin ku tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girankirin û got: “Em AKP’ê cara dawî hişyar dikin. Êdî dawî li van polîtîkayên xwe yên qirêj bînin.” Girse piştî daxuyaniyê belav bû.