5 kes li Mersîn, Edene û Wanê hatin girtin

Li Edene û Mersînê ji 8 kesên 4 ji wan zarok, 4 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Li Westanê jî Murat Daniş hat girttin.

Li Edene û Mersînê ji 8 kesên 4 ji wan zarok, 4 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Li Westanê jî Murat Daniş hat girtin.

Li Mêrsînê ji 4 zarokên ku hatin binçavkirin, 2 zarok hatin girtin, 2 zarok jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di encama serdegirtina malan de 7 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 2 kes hatibûn girtin yek jî bi kontrola edlî hatibû berdan. Îro 4 zarokên ku karên wan ên fermî hate temamkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji wan 2 kes bi şerta kontrola edlî hatin berdan û A.A. û O.U jî hatin girtin.

Li Edeneyê vê sibehê jendermeyên girtin ser malan kesên bi navê Îlker Yildirim, Serkan Araz, Azat Araz û Halîl Karayilan binçav kirin û piştî birin Fermandariya Navçeya Yuregîr sewqî dadgehê kirin. Yildirim, Araz, Araz û Karayilan ên îfadeya wan hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Serkan Araz û Azat Araz bi îdîaya, "Propagandaya rêxistinê kirine” û "Li hember Qanûna 2911 ya Civîn û Meşên Xwepêşandanan” hatin girtin û şandin girtîgehê. Îlker Yildirim û Halîl Karayilan jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Li Westanê welatiyê bi navê Murat Daniş ê hate binçavkirin, hate girtin û şandin girtîgehê.

Li navçeya Westanê ya Wanê Murat Daniş û Necîp Alan ên li Taxa Karşiyakayê di encama serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin Daniş bi îdîaya têkîliya wî bi teqîna ku dema wesayîta leşkerî derbas dibû pêk hat heye, hate girtin. Necîp Alan jî hate berdan.