Şewata artêşa Tirk derxist berfireh dibe!

Şewatên artêşa Tirk her diçe berfireh dibin. Şewatên li Gabar û Cûdî ber bi herêmên Şehrevan û Xarêkuna ve belav dibin.

Şewata li çiyayên Cûdî û Gabarê ji ber bomberdûmana artêşa Tirk derketin her diçe belav dibin. Leşker destûr nadin gel mudaxeleyî şewatê bike.

NIŞTECIHÊN GUNDAN: LEŞKER DEVERÊN ŞEWAT LÊ NÎNE JÎ DIWEŞÎTINE!

Bi dehan hektar erazî ku bû xwelî, gelek zindî telef bûn. Duh bi şev di bomberdûmana leşkerên Qereqola Sînor a Çalişkan de ya li hember çiyayê Cûdî li herêma Sêvokê ya li jora Sîlîp şewat derket. Niştecihên gund diyar kirin ku leşker bi taybet qadên di bomberdûmanê de, ne şewitîne dişewitînin.

Li herêma çiyayê Cûdî ya li navenda bajerê Şirnexê dinêre ya şewata di encama bomberdûmana helîkopterên Tirk de bi rojane didome. Ji ber leşker destûr nadin kes vemirîne, şewat ber bi herêmên Şehrevan û Xarêkuna ve diçe.

Gel vê sibehê ji bo xwe bigihîne herêma şewatê li ser gundê Nerex ve ber bi çiyayê Cûdî ve diçe.

QEREQOLA JENDERMEYAN A KASRÎK DESTÛR NADE ŞEWAT BÊ VEMIRANDIN

Dîsa di bomberdûmana Girê Jor ê Leşkerî yê B yê li navçeya Basa ku herêm topbaran kir li qada Berêmirê şewat derket û hê didome. Hat diyarkirin ku welatiyên li herêmê ber bi qada dişewitê ve diçin lê leşkerên Qereqola Jendermeyan a Kasrîk destûr nadin gel.

TEHLÛKEYA JEHRÎBÛNÊ HEYE

Hat ragihandin ku welatiyên ji bo şewata li Çiyayê Cûdî vemirînin ber bi herêmê ve çûne ji ber dûmana zêde bi jehrîbûnê re rû bi rû ne. Her wiha hat diyarkirin ku agahî ji hin kesên çûne herêmê nîne û ji Şirnex û gundên derdorê çûna welatiyan a ber bi herêma şewatê ve didome.