Hevdîtinên HDP'yiyan ên li Başûrê Kurdistanê didomin

HDP’yiyên gundê Zergelê yê sivîl lê hatin qetilkirin ziyaret kirin, bi YNK û Tevgera Goran re jî hatin gel hev. Di hevdîtînan de êrîşên dewleta Tirk ku hatin şermezarkirin heyet ji bo bi Barzanî re hevdîtinê pêk bîne derbasî Hewlêr bû.

Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Osman Bayddemîr û Kadrî Yildirim bi Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur, endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Hatîce Altinişik, Nûnera DBP’ê ya Hewlêr Şîlan Emînoglu re gundê Zergelê yê artêşa Tirk li wir komkujiya sivîlan pêk anî ziyaret kirin.

RESÛL Ê YNK'YÎ: EM DEWLETA TIRK BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Heyet, li Silêmaniyê bi nûnerên YNK û Tevgera Goran re hatin gel hev. Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, endamên polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre û Omer Feteh, her wiha Berpirsyarê Têkiliyên Dîplomatîk ên Tevgera Goran Heme Tofîq Rehîm heyet pêşwazî kir.

Resûl got, "Em êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gerîlayan bi tundî şermezar dikin û em ji rewşa niha bi xemgîn in. Di pêvajoya em têde ne, gelek guhertin hene û divê dijminên gelê Kurd jî pir baş zanibin ku gelê Kurd êdî di nav siyaseta herêmê de xwedî rolekî bi bandor û berbiçav e.”

Baydemîr jî di hevdîtinê de wiha got: "Yekîtî û piştgirîdayîna tevayî parçeyan û gelê Kurd wê her parçeyê Kurdistanê di xala serketin û serxwebûnê de bigihîne asta jor. Ez hêvîdarim di mijara pêkanîna aştî, demokrasî û azadiya gelê Kurd de wê têkiliyên me wiha bi xurtî bidomin."

WÊ HEYET BI BARZANÎ RE RÛNE

Heyeta HDP’ê piştî serdanên li Silêmaniyê derbasî Hewlêr bû. Heyet wê bibe mêvanê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî. Heyet wê paşê jî bi Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re bê gel hev. Piştî hevdîtina wê ji çapemeniyê re girtî pêk bê, heyet wê rapora Zergelê amade bike, di civîna çapemeniyê ya Enqereyê de wê raporê bi raya giştî re parve bike.